ENQERE - Damezirînerê Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê Tanju Gunduzalp diyar kir ku hêj faîlên Komkujiya Roboskê nehatine girtin û xwest ji bo darizandina faîlên hemû komkujiyan, “Zagona Heqîqet û Edaletê” were derxistin.
Di encama bombebarana artêşa Tirk a di 28’ê Kanûna sala 2011’an de zarok jî di nav de 34 welatiyan li gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 165 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê bi daxwaza darizandina berpirsyaran û ronîkirina komkujiyê, her mehê di roja 28’an de çalakiya bîranînê li dar dixe. Çalakiya vê mehê jî li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê hat lidarxistin. Endamên hewldanê daxwaza edaletê kirin û pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hilgirtin. Beşdaran, dirûşma “Ji bo Roboskê edalet ji bo her kesî edalet” berz kirin.
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Enqereyê û damezirînerê Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê Tanju Gunduzalp daxuyanî xwend û got ku faîlên komkujiyê hêj nehatine darizandin û hevrûbûnek çênebûye. Gunduzalp, got: “Roboskê yek ji sembola wê ye ku sûcên rayedarên vê dewletê li dijî hemwelatiyan dikin tê veşartin û şerê li dijî gel weke rêbaza aqilê dewleta otorîter tê bikaranîn.”
'AŞTÎ TENÊ BÊDENGBÛNA ÇEKAN NÎNE’
Gunduzalp, diyar kir ku rizandina dosyayên komkujiyê ya di refan de, nîşaneya wê ye ku daraz serbixwe nîne û got: “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Aştî ew e ku mafên mexdûran bên naskirin, heqîqet derkeve holê, civak tê başkirin û bi rabûrdiyê re hevrûbûn çêbibe. Komareke demokratîk mecbûr e wekhevî, azadî, nasname û baweriyên civakê misoger bike. Sedema herî bingehîn a têkçûna hemû pêvajoyên aştiyê yên li seranserî cîhanê ew e ku bi sûcan re hevrûbûnek çênebûye û nehilweşandina dîwarê necezakirinê ye.”
'BILA ZAGONA HEQÎQET Û EDALETÊ BÊ DERXISTIN’
Gunduzalp, destnîşan kir ku ji bo faîlên komkujiyê li pêşberî darazê hesabê bidin, divê “Zagona Heqîqet û Edaletê” were derxistin û got di serî de Roboskê, divê faîlên hemû komkujiyan bên darizandin. Gunduzalp, got: “Di sûcên li dijî mirovahiyê de divê demborîn were rakirin, heqîqetê derxin holê. Divê aqûbeta windakiriyan bê zelalkirin. Pêvajoya aştiyê divê li ser bingeha heqîqet û hevrûbûnê bê meşandin. Divê saziyên demokratîk bên xurtkirin, serweriya hiqûqê bê dabînkrin û mafên mirovan bên misogerkirin. Divê mekanîzmayên başkirina civakê bikevin meriyetê, girtiyên nexweş bên berdan, dewlet bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe.”