AMED - MED TUHAD-FED’ê bi boneya 76’emîn sala jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 76 kartpostal ji girtiyên jin re şand.
Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), ji bo şandina kartpostalan li Postaxaneya li Deriyê Çiyê ya navçeya Sûrê bi dirûşma “Bi jina azad em ê civaka demokratîk ava bikin” hatin gel hev. Nûnerên jin ên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn. Jinan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Hevseroka MED TUHAD FED’ê Pinar Sakik Tekîn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re tilîper û pênûs şandiye û got: “Em dibêjin ‘Heta jin azad nebin civak jî azad nabe.’ Û bi pêşengtiya jinên Kurd gelek caran ev rastî hate piştrastkirin. Yê ku ev rê vekirî birêz Abdullah Ocalan e. Perspektîfa wî ya azadîxwaziya jinê dê ji bo têkoşîna me bibe ronî.”
Bi domdarî Pinar Sakik Tekînê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê hêvî” bi bîr xist û got: “Binpêkirina ‘mafê hêviyê’ ne tenê binpêkirineke maf a şexsî ye, di heman demê de derbeyeke li dijî baweriya pêkvejiyanê ye. Azadiya birêz Ocalan û azadiya jinan, azadiya jinan û azadiya civakê girêdayî hev in. Bi vê bîr û baweriyê em ê têkoşîna xwe bidomînin û civaka demokratîk ava bikin.”
‘BIRYARA MAFÊ HÊVIYÊ KÊM E’
Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî diyar kir ku jinên di girtîgehan de ji bo aştî û azadiyê li ber xwe didin û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû jinan û jinên girtî peyamek şand. Em jî ji bo vê peyamê bi girtîgehan re parve bikin li vir in. Biryarên têkildarî ‘mafê hêviyê’ kêm in. Ji bo demokratîkbûn û aştiyê divê Tirkiye tavilê ‘mafê hêviyê’ cîbicî bike. Em jin dê têkoşîna xwe ya ji bo rojên azad mezintir bikin.”
76 KARTPOSTAL ŞANDIN
Jinan, piştî daxuyaniyê li çepikan xistin, tililî avêtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” têketin avahiya PTT’ê. Jinan, kartpostalên wêneyê tilîper û pênûsa Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê şandibû û peyama ji bo jinan li ser, şandin girtîgehan. Bi boneya sala 76’emîn a jidayikbûna Abdullah Ocalan, 76 kartpostal ji jinên girtî re şandin.