ENQERE - Profesor Robert Pfaller, diyar kir ku ew piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan û got: “Hêvîdarim ku hemû aktoren siyasî yên li Tirkiyeyê fêm bikin ku ev firsendeke d3ırokî ye.”
Fîlozof û teorîsyenê çandê yê Awûstûryayî Prof. Robert Pfaller piştgirî peyamek ji ji DEM Partiyê re şand û piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Pfaller peyamek ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û diyar kir ku biryara fesixkirina PKK'ê gelekî girîng e.
Peyama Pfaller wiha ye: “Biryara fesixkirina PKK'ê gaveke gelekî girîng e. Ji bo biryareke bi vî rengî bê wergirtin pêwîstî bi pêşdîtin û wêrekiyeke mezin heye. Vê yekê fêhm dikim. Hêvîdar im aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû jî wê fêhm bikin bê ev yek firsendeke dîrokî ye.”
ROBERT PFLALLER KÎ YE?
Robert Pfaller di sala 1962'an de ji dayik bû û li qadên teoriya çand, rexnekirina îdeolojî û psîkanalîzê de bi karên xwe tê naskirin. Li Viyan û Berlînê perwerdeya felsefeyê dît. Hîn jî li Zanîngeha Hunerê û Dîzayna Endustriyê ya Linzê weke profesor wezîfeyê dike.