STENBOL - Parêzeran diyar kirin ku bi doza “Lihevkirina bajar” re tê xwestin HDK were krîmînalîzekirin û banga tevlibûna danişînê hat kirin.
Parêzerên kesên li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina bajar” de hatin girtin, ji bo banga tevlibûna danişîna ku dê sibe were lidarxistin, li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) daxuyanî dan.
Parêzer Kubra Kuyun da zanîn ku dema hêj miwekîlên wan di bin çavan de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyên ku HDK û “Lihevkirina bajar” krîmînalîze dikin dane. Kubra Kuyunê got ku di daxuyaniya serdozgeriyê de jî aşkera bûye ku operasyona binçavkirinê ne li dijî rêxistinekê lê li dijî siyaseta demokratîk a Kurd hatiye kirin. Kubra Kuyunê got ku di îdianameyê de HDK weke rêxistineke derqanûnî hatiye nîşandan û îdiayên vala hatine kirin.
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ
Kubra Kuyunê got ku miwekîlên wan di danişîna ewil a di 21’ê Gulanê de hemû îdiayên der heqê wan de besivandine û divê bên berdan. Bi domdarî Kubra Kuyunê banga tevlibûna danişînê li her kesî kir.
Endama Meclisa Şaredariya Esenyurtê Yildiz Serînyel jî got ku ew li dijî xespkirina îradeyê têdikoşin û banga tevlibûna danişînê li her kesî kir.
‘DOSYAYA HDK’Ê TÊK ÇÛ’
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû jî got ku di bingeha operasyonê de HDK heye, hewl dane bi darê zorê HDK’ê krîmînalîze bikin lê ev hewldan têk çûye. Kenanoglû, dosya weke komployeke vala nirxand û got ev komplo têk çûye. Kenanoglû, banga berdana girtiyan kir.