WAN - Ji bo meşa ku dê li Wanê bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” were lidarxistin, belavok hatin belavkirin.
Platforma Saziyên Demokratîk dê sibe li Amed, Wan û Mêrsînê bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” meş bê lidarxistin. Ji bo meşê demekî kin ma û xebatên amadekariyê didomin. Ji bo meşa li Wanê ku dê li pêşiya Van AVM’ê dest pê bike û li Qada Bajar bi dawî bibe, li sê navçeyên navendî belavok hatin belavkirin û banga tevlibûna meşê hate kirin.