YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
- polîtîka
- 14:23 11/3/2023
YSK’ê lîsteya 36 partiyên siyasî ku mafê wan ê bikevin hilbijartinên giştî û serokkomariyê hene aşkere kirin.
YSK’ê lîsteya 36 partiyên siyasî ku mafê wan ê bikevin hilbijartinên giştî û serokkomariyê hene aşkere kirin.
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li Elbistanê axivî û got: “Wê ji niha şûn ve her kes di malên li ber erdhejê li ber xwe bidin û biewle de rûnê.”
HDP’a li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi hashtaga #EmAmadeNe ragihand ku ji hilbijartina 14’ê gulanê re amade ne wiha got: “Yên welat ber bi hilweşînê ve dibin, bê edaletiyê kûr dikin ji têkçûna herî mezin a dîrokê re amade bin.”
Serokkomarê AKP’î Erdogan wê îro biryara hilbijartinê aşkere bike.
Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku tu hikûmetên HDP ne di nav de nikarin veguherînê pêk bînin û wiha got: “Li Tirkiyeyê veguherîneke rasteqîn tenê bi Rêya Sêyemîn pêkan e.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ji bilî Partiya Îyî, di demên berê de bi hemû partiyên din re hevdîtin kirine û wiha got: “Ji vir û şûnde muxatabê me, namzetê serokkomariyê yê hevpar ê Tifaqa Milet, Kiliçdaroglû ye.”
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû wiha got: “Bêguman ez ê biçim serdana HDP’ê. Ma çi elehî de vê de heye?”
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen diyar kir ku di dema pêşwzîkirina pêdiviyên zarokên bûne mexdûrên erdhejê de divê cihêrengiya wan esas bê girtin û wiha got: “Divê pirzimanî hebe. Em ê jiyana nû li tevahiya herêmên erdhejê li gel zarokan ava bikin.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku di hevkêşeyeke bêyî HDP’ê de rêya demokrasiyê venabe û wiha got: “Em ne partiyeke wisa ne ku li pey kursiya wezîrtiyê bikevin û bazariya wan bikin. Me heta niha bazariyên wiha nekir û dê sibe jî nekin.”
HDP'ê têkildarî êrişên nijadperest ên li Bûrsayê li hemberî Amedsporê hatin kirin, giliyê berpirsan kir.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku veqetîn û vegera Meral Akşener nepenî ye û got: “Divê Tifaqa Milet sedema rasteqîn a çûyîn û vegerê ji civakê re rave bike.”
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû cara dawî di civîna koma CHP’ê de axivî û wiha got: “Serê we bila bilind be, ji ber ku kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin. Ez bi we serbilind im.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan anî ziman ku dê polîtîkaya xwe ya diyarkirina namzetê serokkomariyê dîsa binirxînin û wiha got: “HDP dê hemû lîstikên berhema endezayariyên siyasî xera bike û siyaseteke avaker biafirîne.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Amedspor a ku li Bursayê rastî êrîşên faşîst hatibû hedef girt, êrişên faşîst silav kir û wiha got: “Li gorî me cihekî bi navê Amedê tune ye, dê kesek nekare behsa tîmeke bi navê Amedsporê bike.”
Tifaqa Miletê ragihand ku namzetê wan ê serokkomartiyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ye.