Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
- polîtîka
- 11:02 16/10/2023
Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun kongreya HEDEP’ê nirxand û wiha got: “Di serî de gelê kurd, vê coşê nîşan da ku gelan tu gav paşve neavêtine.”
Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun kongreya HEDEP’ê nirxand û wiha got: “Di serî de gelê kurd, vê coşê nîşan da ku gelan tu gav paşve neavêtine.”
Namzetê Hevserokatiya Giştî ya HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di kongreyê de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û got ku divê pêşî lê were girtin û statûya Rojava were naskirin.
Namzeta Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku rêya aştiyê, çareserkirina pirsgirêka kurd û Filistînê ye û wiha got: “AKP, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike.”
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku bi kongreyê re dikevin serdemeke nû û got: “Şerên dibin sedema qetilkirina mirovan çareserî nînin.” Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ev tişt anî ziman: “Serkeftina me ya herî mezin, têkoşîna hevpar e. Em ê bi hev re bi ser kevin.”
Navê nû yê Partiya Çepên Kesk weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate diyarkirin.
Ketina eywana 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir.
Amadekariyên kongreya mezin a Partiya Çepên Kesk ku sibê li Enqereyê bê lidarxistin, temam bûn. Hevserokên partiyê dê bên guhertin û navê nû yê partiyê wê bê ragihandin. Tê payîn di kongreyê de peyamên girîng ji bo muxalefet û îktidarê bên dayîn.
Zanyarê siyasetê Mûstafa Pekoz diyar kir ku heke Îsraîl di pêvajoya pêş de li Îran, Lubnan û Sûriyeyê qadên pevçûnan berfireh bike dê ev yek ji hêla leşkerî, polîtîk û civakî ve yekser bandorê li kurdan bike.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek diyar kir ku êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê netehemûlkirina kurdan e û got ku divê kurd li dijî van êrişan bibin yek.
Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Hûn şaxê zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê bombeyan li kurdan dibarînin.”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan diyar kir ku di Doza Kobanê de hewldan heye ku destkeftiyên gelê kurd û jinan bên darizandin.
Siyasetmedarê HDP'yî Tayyîp Temel têkildarî kongreya Partiya Çepên Kesk a ku dê 15’ê cotmehê were kirin axivî û anî ziman ew di pêvajoyek ku desthilatdarî hemû hêviyan ji holê radike de li ser pêya ne û got: "Em ê bi kongreya xwe destpêkekî nû bikin."
Akademîsyenê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku PDK’ê pêşeroja xwe radestî Tirkiyeyê kiriye û wiha got: “Tirkiyeyê bi baregehên xwe yên leşkerî, bi hêza xwe ya aborî û ji hêla çandî û perwerdeyî ve Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye.”
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk bi rojevên kongre û pêvajoya siyasî li Enqereyê civiya.
Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne. Di kongreyê de dê navê partiyê were guherandin û hat zanîn ku amadekariyên nivîsandina rêziknameyê û şêweyê birêvebirinê bi dawî bûne.