Şahoz Hesen: Erdogan armanc dike DAIŞ’a fermî ava bike
- polîtîka
- 13:39 15/11/2019
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Şahoz Hesen, têkildarî helwesta Serokê AKP'ê û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku Erdogan dixwaze bi hişmendiya Ixwan Mislimîn careke din Osmaniyan ji nûve bi rih bike û got: "Erdogan DAIŞ’ê ji bo vê armanca xwe bikar tîne. Dixwaze bi navên nû DAIŞ’ek fermî ava bike."