Platforma Zimanê Kurdî HDP'ê ziyaret kir
- polîtîka
- 16:49 04/2/2020
Platforma Zimanê Kurdî, li Meclisê, HDP'ê ziyaret kir û daxwazên xwe yên fermîbûna zimanê kurdî û kurdîbûna zimanê siyasetê pêşkêşî HDP'ê kir.
Platforma Zimanê Kurdî, li Meclisê, HDP'ê ziyaret kir û daxwazên xwe yên fermîbûna zimanê kurdî û kurdîbûna zimanê siyasetê pêşkêşî HDP'ê kir.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî polîtîkaya derve ya Tirkiyê rexne kir û got: “Derdek îqtîdarê tenê heye ew jî dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin.” Temellî astengî û qedexekirina zimanê kurdî jî rexne kir û got: “100 sal in li dijminahiya zimanê kurdî dikin. Li her deverê kurdî qedexe ye û xizmeta bi kurdî nayê dayîn.”
arlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, nameyên kurdî yên ku ji girtiyan re tên şandin piştî ku bi pereyan werdigerînin tirkî didine girtiyan, ji Wezîrê Dadê pirsî.
Hevserokê Giştî yê HDP Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê de diyar kir ku gelê Kurd sedsalek din nikare bê statu bijî û wiha got: "Ger ku hûn li vî welatî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin divê berî her tiştî hûn meseleya Kurdan çareser bikin."
HDP'ê, li Stenbolê kongreyên xw eyên gelek navçeyan temam kirin. Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, destnîşan kir ku ligel hemû zext û zoriyan jî gel xwedî ki partiyê derdikeve û got: "Kongreyên me hêza me xurtir dikin".
Di MYK'a HDP'ê de biryar hat dayîn ku amadekariyên kongreyê lez û bez bên kirin, dê Komîsyona Mûtabakatê ku hat avakirin jî ji bo qadroyên dema nû xebatên xwe lez û beztir bike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku ber bi kongreyê ve diçe, dê stratejiya wê ya dema nû “Tifaqa Demokratîk a Bihêz” be. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, bal kişand ser vê biryarê û got: “Em dema li pêş xwe, weke dema guhertina demokrasiyê pênase dikin.”
Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, ragihand ku gava sirgûnê Girtîgeha Osmaniyeyê hatiye kirin, bi awayekî kelemçekirî wê birine û rêya 10 saetî 24 saetan dewam kiriye û wê xistine hucreyeke qirêjî.
HDP'ê xwest ku Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin û tekildarî mijarê pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, bal kişand ser erdheja Xarpêtê û diyar kir ku li vir derket holê ku di erdhejê de avahiyên hilweşiyan jî wekî îqtîdara AKP'ê riziya ne. Buldan, polîtîkayên notirvaniyê jî rexne kir û got: "AKP ji bo pergala faşîzma xwe biparêze, pergala notirvaniyê pêş dixe û ev êdî wê xelas nake. Raste em nikarin dawî li erdhejan bînin, lê em dikarin xwe ji AKP'ê rizgar bikin. Gel tu carî ne bê çare ye."
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di konferansa partiya xwe de axivî û got: “Em rêxistikirina civakî girîng dibînin. Li qada rêxistinkirina civakî divê em carek din Ocalan bixwînin. Em ji nûve bifikirin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di 3'emîn Konferansa mezin a HDP'ê de axivî û got "Em ê bibin pira navbera gelan.
Konferansa HDP’ê ya beriya kongreya giştî ku dê gengeşeyan û pêşniyarên biryara dawî bên kirin dest pê kir.
Berpirsiyarê Rêxistina HDP'ê û Cîgirê Hevserokên HDP'ê Alican Onlu, diyar kir ku di niqaşan de nerîna "fikra xurt heye, lê rêxistina bi hêz tune ye" derketiye holê û wiha got: "Em dê di sibatê de kongeryê pêk bînin. Em dê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin."
LRN'a HDP'ê têkildarî 2'emîn salvegera ketina Tirkiyeyê ya Efrînê daxuyaniyek da û ev tişt got: "Li şûna ku bi kurdan re şer bê kirin; divê ji bo înşakirina erdnîgariyeke bi edalet, aşitî, azad û wekhev berpirsyartî bên girtin."