Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?
- polîtîka
- 13:54 03/5/2020
Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alican Onlu, têkildarî terteleya Dersîmê ku 83 sal berê pêk hat pirsa “Ji bo 4'ê Gulanê roja bîranîna Terteleya Dersimê bê qebûlkirin hûn dê komîsyona heqîqetê ava bikin?" ji Serokomar Tayyip Erdogan pirsî.