• img

    DEM Partî: Elî Welî yê radestî cendirmeyan hatiye kirin li ku ye?

    Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî penaberê bi navê Elî Welî ku radestî cendirmeyan hatiye kirin û piştre ketî destê kesên nasnameyan wan nediyar pêşnûmepirs da Meclisê û ji wezîr Alî Yerlîkaya ev pirs kir: “Gelo haya we ji dîmenên îşkenceyê yên Elî Welî heye yan na?”

  • img

    Ji ber îfadeya ‘Qirkirina Ermenan’ doza 4’emîn li Baroya Amedê hat vekirin

    Ji ber gotina “Qirkirina Ermenan” li endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê 3 doz bi îdiaya “dewlet û saziyên wê biçûk xistine” hatibûn vekirin û di her sê dozan jî biryara beraetê hatibûn dayîn. Bi heman tawanbariyan li rêveberiya sala 2022’yan jî dozeke nû hate vekirin.

  • img

    Ji Bekîr Kaya peyam: Berxwedana we ji bo gelan bû hêvî

    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Bekîr Kaya, bi peyama ji girtîgehê şand serkeftina gelê Wanê pîroz kir û got: “Gelê Wanê bi vê berxwedanê rêyeke nû ji siyaseta Tirkiyeyê re vekir û ji bo gelên li ber xwe didin bû hêvî.”

  • img

    Kahyaoglu yê bi derbkirinê hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da

    Serhat Kahyaoglu yê di navçeya Fatîhê de bi derbkirinê hatibû binçavkirin, jiyana xwe ji dest da. Hevalê Kahyaoglu yê pê re hatibû binçavkirin wiha got: “Polîs bi awayeke giran wi derb dikirin. Serhat bi gotina ‘li min nexin’ qêr dikir. Dema ku 15 deqe şûn de ew anîn cihê ku ez lê dihatin ragirtin, Serhat miribû.”

  • img

    Rêveberiya Xweser: Tirkiye li herêmê pêşiya DAIŞ’ê vedike

    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta tirk ji bo xerakirina îstîqrara herêmê pêşî li hucreyên DAIŞ’ê vedike û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta tirk xwedî seknekî zelal bin.

  • img

    Rojnameger Kaya yê rastî êrişa AKP’iyan hat: Jiyana min di xetereyê de ye

    Rojnameger Mîmar Kaya li Colemêrgê rastî êrişa xizmên Serokê AKP’a Bajar Zeydîn Kaya hatibû, got ku ev 2 roj in xwe li malekê veşartiye û xetere li ser jiyana wî heye.

  • img

    Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

    Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 37 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Suzan Akîpa, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 37 meh in tu agahî jê nayên girtin re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

  • img

    ‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’

    Bi îmzeyên 203 avabûn-platforman û hezar 300 welatiyan, têkildarî hewldana xespkirina îradeya gelê Wanê, danezanek hate parvekirin û wiha hat gotin: “Piştevanî û têkoşîn bi ser ket.”

  • img

    YSK dê hinceta biryara têkildarî Wanê îro binivîse

    Serokê YSK’ê Ahmet Yener dê hinceta biryara xwe ya têkildarî paşvedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê DEM Partiyî îro ragihîne.

  • img

    Meşa Amarayê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e

    Di meşa “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” ku bi boneya 75’emîn salvegera jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate lidarxistin de ev peyam hate dayîn: “Dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat.”

  • img

    Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû

    Hunermend Kadîr Înanir piştî tedawiya xwe ya li nexweşxaneyê ji nexweşxaneyê hate tabûrcîkirin.

  • img

    Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin

    Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin. 132 kesên duh li Stenbolê hatibûn binçavkirin jî dê îro sewqî edliyeyê bên kirin.

  • img

    Li Periyê dê hilbijartin jinûve bê lidarxistin

    Li bajarokê Periyê ya Dêrsimê li ser îtîraza AKP’ê dê hilbijartin di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin.

  • img

    Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê

    Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ku piştî berxwedana xelkê Wanê mazbataya wî hate dayîn, spasiya hemû derdorên piştgirî dayîn kir.

  • img

    Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir

    Welatiyên ku li Wanê li dijî xespa vînê bi berxwedanê bi ser ketin, di saetên serê sibê de dest bi paqijkirina cade û kolanên bajêr kirin.

LÊGERÎN