168 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
- rojane
- 09:02 09/4/2024
Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed 168 roj berê revand û ji wê rojê ve tu agahî ji Ehmed nayên girtin.
Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed 168 roj berê revand û ji wê rojê ve tu agahî ji Ehmed nayên girtin.
Hat hînkirin ku Nîhat Yildirimê ku dema keyayê gundê Morcûko yê navçeya Halîliyeyê bû, dest avêtibû Z.K.'ya 14 salî û ji ber vê cezayê hepsa malê lê hatibû birîn, dîsa bûye keyayê gund.
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê, di roja 72'yan dewam kir.
Şaredariyên bajarên mezin ên Wan û Mêrdînê, biryar girtin ku wê sê rojên Cejna Remezanê otobusên şaredariyê bêheq xizmetê bikin.
Dayikên Aştiyê ku Nobeda Edaletê didomînin, diyar kirin ku heya deriyên Îmraliyê venebin wê çalakiya xwe bidomînin û paş de gav neavêjin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê amade kiriye aşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku girtî rastî mûameleya nebaş hatine.
Di protestoyên gelê Wanê yên du rojan de 260 welatî hatibûn binçavkirin. Ji 260 kesên 30’an wan hatin girtin.
AKP’ê bi hilbijêrên veguhestî Şaredariya Bajarokê Giteyê bi dest xist. Piştî vê yekê di navbera AKP’î û YRP’iyan de şer derket û li bajarokê qedexeya derketina derve hate îlankirn.
Li Edeneyê bi boneya 75 saliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şitlên darê hatin danîn.
MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger de diyar kir ku di meha adarê de jî binpêkirina mafên jinên rojnameger berdewam kir û wiha got: "Darizandina 10 jinên rojnameger berdewam dike û 7 jinên rojnameger jî niha di girtîgehan de ne."
Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin bi gel re derbasî şaredariyan bûn û peywîr dewr girtin. Hevşaredaran deriyên şaredariyan ji gel re vekirin û wiha gotin: “Em ji bo xizmeta gel hatin.”
Li Şirnexê M.A. ji ber hîleyên hilbijartinê, berteke xwe ya demokratîk nîşan dabû, hatibû binçavkirin û pişte hate berdan. Dozger şûna dadgeha ku M.A. lê hatibû darizandin, îtîrazê ji dadgeha nobedar kir û M.A. da girtin.
Yek ji hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak a bi hezaran kesan re mazbataya xwe wergirt û hate şaredariyê wiha got: “Gelê Amedê ev der ya we ye, ev bajêr yê we ye.” Hevşaredarê din Dogan Hatûn jî wiha got: “Ne tenê ji kesên deng dane me re em ê ji temamê 2 milyon kesên li bajêr dijîn re xizmetê bikin.”
Qeyûmê Şaredariya Pirsûsê ku pey xwe 176 mîlyon lîre qer hiş, 2 roj berî hilbijartinê ji navenda gastronomiyê ya girtî re, bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goştê sor û goştê mirîşkê kirî.