ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
- rojane
- 09:00 20/4/2024
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî yê li ser şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Mêrdînê da û got: "Em pêşniyaz dikin ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo hewldanên pûç û vala xerc nekin."
Şaredariya Serêkaniyê, ji bo hewcedariya park û baxçeyan di bin banê xwe de kargeha xeratiyê vekir.
Li gor rapora Girtîgehên Anatolyaya Navîn a sala 2023'yan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, di 2023'yan de li girtîgehên cuda herî kêm 42 girtî jiyana xwe ji dest dane.
Halîse Aksoy a ku bi îfadeyên îtîrafkar Ûmît Akbîyik hat girtin, piştî biryara tehliyeyê ji girtîgehê derket. Aksoy a ku di derketina girtîgehê de bi kulîlkan hat pêşwazîkirin wiha got: “Ez derketim lê dil û hişê min li ser girtîgehê ye.”
Emîne Şenyaşarê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 80’yan de li ber Wezareta Dadê domand.
Di danişîna doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllari de dadgeha ku biryara xwe aşkere kir, derbarê bersûcan de cezayên kêm dan.
8 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, derbarê rewşa girtinê ya Huda Kayayê de bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bibersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir.
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bal kişandin ser binpêkirinên mafan û ji bo girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind bang kirin.
Li Stenbolê giliyê Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ê bi gotinên nijadperest ên li dijî penaberan her tim di rojevê de ye hate kirin.
Di erdheja 6’ê Sibatê de 186 kesan di Sîteya Mugelerê ya navçeya Islehiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Derket holê ku sîte bi qaçaxî hatiye çêkirin.
Derbarê Suleyman Salgucak ê bi gotina “Biaxive, tu ji kû yî’ bertek nîşanî dengdayîna leşkerên veguhestî ya li Şirnexê da de lêpirsîn hate destpêkirin.
Berdana Yûsûf Karataş ê 30 sal in girtî ye, bi hincetên “tev li aktîvîteyên civakî nebûye” û “derbasbûna qawişa bêaliyan qebûl nekiriye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin.
Di êrişa DAIŞ’iyan a li Hûmûsê de 28 leşker û milîsên Şamê jiyana xwe ji dest dan.