Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
- rojane
- 11:48 23/4/2024
Kedkarên Stêrk TV û Medya Haberê bertek nîşanî serdegirtina studyoyên televîzyonê de dan û gotin: “Em ê bibin dengê gelê xwe. Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin.”
Kedkarên Stêrk TV û Medya Haberê bertek nîşanî serdegirtina studyoyên televîzyonê de dan û gotin: “Em ê bibin dengê gelê xwe. Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin.”
Rojnameger Mervan Ozdemîr serdana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Bexda û Hewlêrê nirxand û wiha got: “Tirkiyeyê tişta ji dest dihat kir û ew pêvajo êdî derbas bû. Dibe ku ev hewldan şer hinek dirêj bike lê dê encam neguhere.”
DFG û MKG'ê serdegirtina studyoyên Stêrk Tv û Medya Haberê û binçavkirina kedkarên Çapemeniya Azad şermezar kirin û wiha gotin. "Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin. Binçavkirinên kedkarên Çapemeniya Azad divê demildest bi dawî bibe."
Rêya navçeya Rûbarokê ku bi sala ye tenê yek şirîdê û gelek korik li ser hene, tevî gelek caran qeza lê çêbûne jî nayê çêkirin. Xelkê navçeyê dixwaze rêya wan were çêkirin.
Polîsên Belçîkayê yên bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê de girtin malzemeyên teknîkê desteserkirin û hemû qablo birîn.
Parêzerê astengdarê derûnî Ûgûr Gezer ê ku piştî hedefgirtinê hat girtin Şemdîn Şahîn, diyar kir ku ehliyeta sûc a Gezer tune ye û xwest demildest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û bê berdan.
Încîfe Îşlek a 75 salî ku 8 sal in nikare kurê xwe yê girtî bibîne, diyar kir ku kurê wê êdî hevdîtina bi telefonê jî qebûl nake û got: "Ez êdî dengê wî jî nabihîzim."
Derket holê ku qeyûmê ku di 5 salan de ji budçeya nivîsgehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê zêdetirî 20 milyon TL xerc kiriye, ji bo parlementerên AKP'î bilêtên balafirê jî stendiye.
Li gundê Eskar ê Pasûrê, çiya seranser hêşîn bûn û gelî veguherîn sûlavan.
Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, di roja 149’an de berdewam dike.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku 182 roj berê ji hêla Asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin, tu agahî nayên girtin.
Desteya Piştevaniyê ya Stêrk û Medya Haber TV’yê serdagirtina polîsên Belçîkayê ya li dijî studyoyên wan şermezar kir û got: “Ji bo pêşîlêgirtina vê bêhiqûqiyê em bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bide cihê televîzyonan."
Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol û Enqereyê de 8 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin.
Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê yên li Belçîkayê girtin.