ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
- rojane
- 09:00 13/5/2024
Hejmara 230’î ya Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Her dem kurdî” derket.
Bernameya ku Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de amade kiribû bi pêşandana stand-up û aktîvîteya zarokan berdewam kir.
Di serdana gora nivîskarê kurd Feqiyê Teyran de girîngiya ziman a ji bo gelê kurd hate destnîşan kirin û wiha hate gotin: “Ziman rûmeta me ye, em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin.”
Cenazeyê girtî Rêber Soydan ê bi awayekî biguman li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da, bi tevlibûna bi sedan kesan li bajarê xwe Geverê hate veşartin.
Di salvegera 14’emîn a qetilkirina xwendekarê zanîngehê Şerzan Kûrt ku di dema êrîşa faşîstan de bi fîşeka polîsî hate qetilkirin de bal hat kişandin ser têkoşîna edaletê.
Dayikên Aştiyê xwestin bi boneya Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşarê bikin lê polîsan bi dorpêçê bûn asteng. Dayik li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi Şenyaşarê re hatin bahev.
Bi sedan kesên ku bi bîr xistin ku desthilat û burokrasiya sendîkayan ji komkujiya Somayê berpirsyar in, 301 karker bi meşekê bi bîr anîn
Girtiyê siyasî Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, ji bo definkirinê ber bi Geverê ve birin.
Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Silopiyayê ji bo piştevaniya bi çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd, çalakî li dar xistin.
Xizmên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.
Li ser rêya di navbera Colemêrg û Çelê de wesayîtekê qeza kir. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn. AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê û welatiyan bertek nîşan dan.
Hatîce Arat ku piştî 18 salan hate berdan, bal kişand ser çalakiya li girtîgehan didome û wiha got: “Divê hemû kes piştgiriyê bide û bi berpirsyarî tevbigere.”
Girtiyê bi navê Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji det da.
Berdana girtî Gokhan Gunduz ê 31 sal in girtiye ji ber hin doz û lêpirsînên dîsîplînê yên der barê wî de, berdana wî tê astengkirin. Her dawî ji ber karîkaturê ku xêz kiriye bi sûcê "heqareta li serokkomar" doz lê hat vekirin.