Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
- rojane
- 11:07 17/5/2024
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku dê sibe li Amed, Edene û Stenbolê biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn bên protestokirin. Dogan, banga tevlibûnê kir.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku dê sibe li Amed, Edene û Stenbolê biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn bên protestokirin. Dogan, banga tevlibûnê kir.
Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de 30 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn ev peyam şand: “Bila kes xemgîn nebe. Heta niha nekarîn, têk bibin, nekarîn çok deynin.”
Hiqûqnasan diyar kirin ku di Doza Kobanê de daraz weke “amûra sûc hatiye bikaranîn” û wiha gotin: “Ev biryar ne dadgehê, qesrê da.”
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hate birêvebirin de ji 55 kesên ku di 13’ê gulanê de hatibûn binçavkirin 21 kes hatin girtin û 34 kes jî bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan.
Eren Keskîn anî ziman ku biryara di Doza Kobanê de hatiye dayîn li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Ev biryareke tolhildêr e.”
Di Doza Kobanê de li gelek siyasetmedaran bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayên giran hatin birîn. Têkildarî Yasîn Boru ku bi sala ye îktîdar bi kar tîne, biryara beraetê hate dayîn.
Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak ragihand ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin wê careke din serî li Wezareta Dadê bidin û got: "Ji dêvla tecrîdê divê şert û mercên azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bên nîqaşkirin."
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd 173 roj in di çalakiyê de ne.
Asayîşa PDK’ê 206 roj berê edîtorê Rojnewsê rojnameger Silêman Ehmed li Deriyê Semelkayê revand û tevî gelek serlêdan û bangawaziyan jî ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.
Raportorê Tirkiyeyê yê YE’yê Nacho Sánchez Amor û Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan.
Siyasetmedar Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata ku ji Girtîgeha Sîncanê tehliye bûn, bal kişandin ser çalakiya li girtîgehan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan, cezayê 7 leşkerên ku di doza 28’ê Sibatê de ji sûcê “hewldana darberyê” cezayê muebedê li wan hatibû birîn, rakir.
Rêxistinên DEM Partî yên Stenbolê bertek nîşanê biryara ji doza Kobanê derketiye dan û gotin: “Derfetek mezin a ji bo dîroka Tirkiyeyê li ser navê demokrasiyê wek şans bû ji aliyê destilatdariyê ve hatiye tunekirin.
Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak tahliye bû. Gultan li ber girtîgehê axivî û got: “Mijar ne tahliyebûne mijar afirandina hawireke ku pirsgirêkên welat tên çareserkirinê ye. Em dixwazin li welatekî ku jin, gel, bawerî, nasname û ziman lê azad in, bijîn.”