ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
- rojane
- 09:00 23/5/2024
Wezareta Parastinê ragihand ku leşkerekî wan li Herêma Federe ya Kurdistanê miriye.
Ergîn Akdogan ku 27 salan girtî bû û mejiyê wî miribû, jiyana xwe ji dest da.
Îdianameya der barê rojnamevan Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayûmat de hat amadekiri. Di îdianameyê de 126 nûçeyên der barê tecrîdê de "sûc" hatin hesibandin.
DEM Partî beriya hilbijartinên ku wê 2’ê Hezîranê de li Periyê pêk bê, xebatên xwe tax bi tax gund bi gund didomîne. Di serdanan de welatiyan giliyên xwe yên der barê qeyûman de anîn ziman.
OHD, şaxên ÎHD'ê yên Rihayê û Baroya Rihayê di "Rapora Girtiyan" de ragihandin ku serbestberdana 17 girtiyên li Girtîgehên Tîpa T yên Hejmar 1 û 2 yên Rihayê hatin astengkirin û 34 girtî jî sewqî girtîgehên din hatine kirin.
Emîne Şenyaşar di roja 109’an de nobeta xwe ya edeletê didomîne. Xizmên girtiyan çûn serdana emîneyê û peyama ‘em heta dawî ligel dayika Emîne ne’ dan.
Malbatên girtiyan ên bi dirûşma “Edaletê û hiqûqê pêk bîne” dan destpêkirin, bi Midûra Nivîsgeha Taybet û Amirê Tetkîkê yê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê pêk anîn.
Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Kerem Taylan ji ber axaftinên xwe yên di dema hilbijartinê de, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.
Li navçeya Qovanciyan a Xarpêtê biryara li ser Doza Kobanê hat şermezarkirin.
Rejîma Îranê di nava mehekê de 29 kurd bi dar ve kir û 10 kolber û bazirgan jî qetil kir.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê çû serdana Navenda Çandê ya Amarayê û ji bo bîranîna ku dê sibe bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.
Darizandina polîsên ku li Licê îşkence li zarokê 14 salî kiribûn didome. Di lêpirsîna dîsiplînê de ku hatiye birêvebirin, der barê polîsên bersûc de cezayê “3 roj ji meaşê wan hatiye birîn” û “cezayê pêşvebirina kademê” hatiye dayîn.
Danişîna doza Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş hate taloqkirin.
Hat ragihandin ku dewleta tirk di nava 2 rojan de 35 caran li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bi çekên kîmyewî êriş kir.