Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
- jin
- 16:17 25/2
TJA’yê li Êlihê starta 8’ê Adarê da û diyar kir ku dê jin dê berxwedana xwe ya bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” bidomînin.
TJA’yê li Êlihê starta 8’ê Adarê da û diyar kir ku dê jin dê berxwedana xwe ya bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” bidomînin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di meşa li Wanê de axivî û got ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke demokratîk dixebite.
Jinên Botanî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Li Amedê jî jin li taxên navçeya Sûrê geriyan, li defê xistin, stranên bi Kurdî gotin û belavok belav kirin.
Li navçeyên Rezan û Bismilê yên Amedê bi boneya 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Bi zimanê zikmakî ber bi azadiye ve” derket.
Platforma Jinan a Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tundiya polîsan a li ser kesên hatin binçavkirin da û got: “Ne êrişên we û ne jî polîsên we nikarin me bitirsînin. Em ê serî li ber polîtîkayên we yên qeyûm netewînin."
Kombûna Jinan a Zenûbiya bang kir ku her kes ji bo 3 aktîvîstên Kurd ên cezayê îdamê lê hatine birîn, demildest bikevin nava liv û tevgerê.
Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn. Li dijî polîtîkayên desthilatê soza têkoşînê hat dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Koroya Jinan Ava kir. Endamên koroyê ji xebatkarên şaredariyê pêk tê.
Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku xetereya darvekirina Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî heye û xwest ji bo betalklirina biryara darvekirinê seknekî xurtir bê nîşandan.
Gef li nûçegihana NûJINHA’yê ya Helebê Şexaf El Omer û çavkaniyên nûçeyan ên jin tên xwarin.
Jinan li navçeya Silopiyayê bertek nîşanî tundiya polîsan a di dema çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Wanê de, dan.
Adalet Çîmen Fîdanê anî ziman ku gava ewil a pêngava ku TJA daye destpêkirin rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û got: “Eger ji bo ewlehiya pêvajoyê bingeha qanûnî neyê avakirin, gav nayên avêtin. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin.”
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 15 rojên dawîn de herî kêm 9 jin hatine revandin.
Endamên Tora Parastina Jinê ya Eskîşehîrê diyar kirin ku armanca wan bi kampanyaya "Ez Te Dibînim, Bi Te re Me" ew e ku li dijî tundiya mêran hevgirtina bi jinan re xurtir bikin û gotin: "Em dixwazin werin cem hev û xeta xweparastinê ya hestyarî û hevgirtinê ava bikin."