AMED - Derket holê ku Şîrketa DÎMÎN'ê li gundê Mizakê yê Licê, tevî hişyariya ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku got "Ji ber ku ger ev qada ji bo xebatên madenê yên koma 4'em bê vekirin dê rê li ber qirêjkirina avê veke, li gor saziya me ne guncav e" jî, dest bi xebatên lêgerîna madenê kiriye.
Kana Sifir û Kargeha Perçekirin û Hûrkirinê ya Şîrketa DÎMÎN ku li taxa Mizak a navçeya Licê ya Amed'ê qadeke berfireh talan dike, di sala 2020'î de ji Midûriyeta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê rapora "ÇED ne hewce ye" wergirt. Derket holê ku şîrket ku hîn jî gefê li herêma Mizakê dixwe, bi hezaran dar birîne û her wiha ji Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) destûrên pêwîst negirtiye.
DSÎ'YÊ GUNCAV NEDÎT
Komîsyona Jîngeh û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê, ji bo der barê meseleyê de agahî wergire serî Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) da. Di vê çarçoveyê de, DSÎ'yê biryarên xwe yên berê yên der barê serlêdanên şîrketê de pêşkêşî baroyê kir. Di biryara DSÎ'yê de derket holê ku şîrket tevî biryara "ne guncaw e" a Midûriyeta Giştî ya DSÎ'yê jî xebatên xwe didomîne. DSÎ, di biryara xwe ya 3'yê Adara 2025'an de, ji şîrketê re gotiye ku ji ber ku ger ev qada ji bo xebatên madenê yên koma 4'em bê vekirin dê rê li ber qirêjkirina avê veke, li gor saziya me ne guncav e.
ŞÎRKETÊ GUH NEDA BIRYARÊ!
Biryara DSÎ'yê ku di 18'ê Kanûna 2024'an de hat dayîn, ji baroyê re jî hat şandin. Di biryarê de, DSÎ'yê destnîşan kir ku maden di nav herêma parastinê de ye û got ku ji ber ku qada tê daxwazkirin di banda parastinê ya mesafeya dirêj a Bendava Dînbiyê de ye û di nav qada ruxsetê de gelek robar hene, di çarçoveya giştînameya wezaretê de ne pêkan e ku ji aliyê DSÎ'yê ve destûr bê dayîn.
Tevî vê biryarê jî, şîrket li herêmê xebatên xwe didomîne. Hat hînkirin ku ji pênc cihokên avdanê yên ku gundî ji bo zevî û heywanên xwe bi kar tînin, tenê yek jê çalak e.
MA / Fethî Balaman