MÊRDÎN - Şêniyên gundê Izêr ê navçeya Qoserê ku Abdullah Ocalan 17 rojan li wir mabû û gotibû dixwaze biçe serdanê, bersiv dan. Ji şêniyên gund Alî Aslan got: "Em li çaverêya hatina wî ne."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê Hezîranê ya bi malbata xwe re de got: “Heke rojekê derkevim, yek ji gundên dixwazim biçim serdana wê jî gundekî li Xursê ye.” Abdullah Ocalan, beriya derbasî Sûriyeyê bibe, 17 rojan li vî gundî mabû û ev gund gundê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kurtay e. Li Newala Xursê ya navçeya Qoser a Mêrdînê 13 gund hene û yek ji van gundan jî gundê Izêrê ye. Ev gund, xwedî dîrokeke hezar salî ye. Gund, ji 120 malan pêk tê û di salên 1937 û 1993’an de hatin şewitandin û di serdema Osmaniyan de jî careke hate hilweşandin. Gund, her carê jinûve hata avakirin. Şikefta Spî û şikeftên Elo Birhîmayê yên xwedî dîrokeke bi hezaran salî jî li vî gundî ne. Her wiha gelek dêr û keşîşxaneyên dîroka çêkirina wan nediyar jî li vî gundî ne. Gund, li cihekî li Deşta Mezopotamyayê serwer hatiye avakirin û şopa gelek şaristaniyan lê heye.
Abdullah Ocalan, beriya derbasî Sûriyeyê bibe di 2’yê Tîrmeha 1979’an de hate vî gundî û 17 rojan li vir ma. Dema Abdullah Ocalan li vî gundî, kongreya avakirina PKK’ê bi raya giştî re hatibû parvekirin û serokwezîrê demê Bulent Ecevît li Xarpêtê digot; “Ji bo girtina Abdullah Ocalan, dewletê hemû derfetên xwe seferber kiriye.”
DÎROKA TÊKOŞÎNÊ YA GUND
Ji şêniyên gund Alî Aslan (65), diyar kir ku ew dixwazin Abdullah Ocalan careke din bibe mêvanê wan. Aslan, got ku gundê wan malovaniya gelek bawerî û şaristaniyan dike, li gundê wan gelek berhemên dîrokî hene, mexberên dîrokî hene û gelek ji wan ji ber defînegeran hatine texrîbkirin. Aslan, bi bîr xist ku di dema nêz de gundê wan 3 caran bi temamî hatiye şewitandin û çapxaneya ewil a PKK’ê jî li qada Zembêrûr a li gundê wan hatiye desteserkirin. Aslan, got ku gundê wan di sala 1993’yan de bi temamî hatiye şewitandin û ji gundê wan 19 kesan di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane û ji malbata wî 38 kes di piştî derbeya 12’ê Îlonê di Girtîgeha Amedê de mane. Aslan, da zanîn ku piştî salên 2000'î şêniyên gund vegeriyane gundê xwe. Aslan, bi lêv kir ku di dîroka gund de bûyera herî zêde nayê jibîrkirin jî 17 roj mayina Abdullah Ocalan a li gund e. Aslan, got ku Abdullah Ocalan di Gulana 1979’an de hatiye gundê wan û ev tişt anî ziman: “Piştî avakirina tevgera azadiyê hate gund û 17 rojan li gund ma. Bûyerên li Qoserê qewimîn û hedefgirtina gund a ji hêla pergalê ve, xetere li ser mayina wî çêkir.”
'TEŞE DA NIRXÊN EXLAQÎ YÊN GUND’
Di berdewamê de Aslan daxuyand ku Abdullah Ocalan dema li gund der heqê gund û dîroka wê de gelek nirxandin kiriye û wiha domand: “Digot ku gundên mîna gundê me li Kurdistanê mustesna ne. Bi hatina wî ya gund re nêrîna îdeolojîk a gundiyên me guherî. Demekî kin ma lê bandora wî mayinde bû. Beriya were gund, li gundê me şerên jê re dibêjin ‘berberî’ tu caran xelas nedibûn. Ji ber sedemên pir biçûk pev diçûn û şerên mezin derdiketin. Lêbelê bi hatina wî re ev zîhniyet ji holê rabû. Dema mirov li pişt xwe dizivire û li paşeroja xwe dinêre, mirov ji kirinên xwe poşman dibe. Bi hatina wî re nirxên exlaqê gund jinûve teşe girt. Beriya wî nas bikim her tim meyla min li ser tiştên xelet bû. Kî dikare zextê li kê bike, kî dikare çi ji kê bistîne, ev nêrîn serwer bû. Lê di demekî kin de em bi ser hemdê xwe ve anîn.”
BÎRANÎNA NAYÊ JIBÎRKIRIN
Aslan, bîranîna xwe ya bi Abdullah Ocalan re ku qet ji bîr nake jî wiha vegot: “Ji bilî rewşa girtinê, yek ji kêliya herî zehmet a birêz Ocalan jiya bû. Li Qoserê polîsekî zilm li gel dikir hate kuştin. Îdia kirin ku biraziyê min Mehmet Alî Aslan (Sabrî) ew polîs kuştiye. Ew girtin û tabûreke leşkeran hate gund. Ez û Serok rûniştibûn û me firavîn dixwar. Zarokan, gotin ku leşkeran dora gund girtine Kekê min keyayê gund bû û ji bo mijûlkirina wan ber bi wan ve çû. Di wê navberê de tevî Serok em ji rêyeke pişta gund ber bi çiyê ve çûn. Piştî ku em ji gund derketin û gihiştin qada daristanê, gund bi temamî hate dorpêçkirin. Em derketin cihekî bilind û me dest bi şopandina leşkeran kir. Serok, li ser kevirekî dama xêz kir û em lîstin. Di dema lîstikê de Serok li gund û leşkeran nihêrt, heyfa xwe pê anî û got: ‘Ev Geliyê Xursê yê xweşik, xwezaya wê terkî tûtinê hatiye kirin. Heke em rojekê vî welatî rizgar bikin, em ê vê tûtinê ji holê rakin û xweşikiyên wê yên xwezayî pêşkeş bikin. Dê veguherînin navenda turîzmê.’ Wê demê li vir li ser navê turîzmê tu tiştek nebû. Lê niha tesîsa turîstîk hatiye avakirin.”
'EM DIXWAZIN WÎ LI VÎ GUNDÎ BIBÎNIN’
Aslan, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan di hevdîtina bi malbata xwe re de behsa rojên li gund kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Ew roj, di pirtûka xwe de weke rojên nayên jibîrkirin nivîsandiye. Di hevdîtina bi malbata xwe re de behs kiriye. Hevalê Veysî piştî tehliye bû em çûn serdana wî û wî jî qal kir. Bi rastî jî gundê me şopa xwe di jiyana Serok de hiştiye û ji bîr nekiriye. Her tim qala wan rojan dike. Heta gotiye ku heke rojekê azad bibe yek ji gundên ku dixwaze biçe serdanê jî gundê me ye. Qîmeteke mezin dide gundê me. Ev yek jî pirsa ‘Gelo em çiqas hêjayî vê gotina wî ya xweş in?’ bi xwe re tîne. Em, êrişên pergalê yên li dijî Serok şermezar dikin. Em domandina tecrîdê qebûl nakin. Divê avakarê jiyana birûmet azad bibe. Girtina wî nayê qebûlkirin. Diviyabû birêz Ocalan zû de azad bûbûya. Gotinên wî yên ji bo gundê me ji bo me cihê rûmetê ye. Gundê Izêrê hewl dide hêjayî rûmetekî wiha mezin be. Em çi bikin jî kêm dimîne. Hêvî û daxwaza me ew e ku di zûtirin demê de were gundê me û em li vir wî bibînin. Ji bo wî bi awayekî herî baş pêşwazî bikin em ê tişta ji dest tê bikin. Em li çaverêya wê rojê ne.”
MA / Emrullah Acar