MÊRDÎN - Xizmên girtiyan ên li Mêrdînê diyar kirin ku heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe dê aştiyeke rasteqîn çênebe û bang li komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin kirin.
"Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin berdewam dike. Ligel vê, binpêkirinên tenduristî, hêwirandin, ewlehî û mafên civakî yên li girtîgehan jî didomin. Xizmên girtiyan ên li Mêrdînê anîn ziman ku ji bo civakîbûna aştiyê, divê girtiyên siyasî bigihên azadiya xwe ya fizîkî û gotin ku bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bilêvkirina aştiyê ne pêkan e.
Abdûsselam Ozbahçecî, birayê Dogan Ozbahçecî ku 11 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê girtî ye, rexne li neavêtina gavên berbiçav ji aliyê dewletê ve kir û got: "Hêviya me ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku hemû girtiyên siyasî bên berdan. Dewletê heta niha di vî warî de tu gav neavêtiye. Divê gel berxwedana xwe li dijî vê yekê bilind bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27'ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Rêya bersivdayînê ev e ku li her derê têkoşîn bê xurtkirin. Ji bo ku dewlet gav biavêje, divê gel berpirsiyariyê bigire ser xwe. Divê em bibin dengê kesên di girtîgehan de. Di hawirdoreke ku girtiyên siyasî nayên berdan de, ne mimkûn e ku mirov behsa aştiyê bike. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Dayikên girtiyan bi fikar in. Divê sererastkirinên qanûnî tavilê li ser vê mijarê bên çêkirin. Pakêta darazê ya 10'emîn bersiv neda daxwazên me. Divê pakêteke nû ji bo girtiyên siyasî jî bê çêkirin."
‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
Şehmus Poyraz (65), bavê girtiyê nexweş Onder Poyraz ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Xarpêtê tê girtin, got: "Kurê min felcî ye. Ew ancax bi kursiya biteker dikare bê cihê serdanê. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Dibêjin çareserî heye, lê girtiyên nexweş ên ku di girtîgehê de ne nayên berdan. Divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan. Devlet Bahçelî dibêje 'divê aştî were.' Gelo dê aştî bi vî rengî were? Kurê min di 11 salan de pênc caran girtîgeh guhertiye. Li Cizîrê birîndar hat girtin. Hêviya me ew e ku hemû girtiyên siyasî, bi taybetî jî girtiyên nexweş, bên berdan. Em biratî û wekheviyê dixwazin. Divê Devlet Bahçelî li ser soza xwe be."
‘BÊYÎ OCALAN AŞTÎ NABE'
Huznugul Kalkan (55), dayika Emrullah Kalkan ê li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê tê girtin, destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan demildest bigihê azadiya xwe ya fizîkî û got: "Dest ji berdana girtiyên siyasî berde, girtiyên ku cezayên wan temam bûye jî nayên berdan. Pêvajo dest pê kiriye û em li bendê ne ku pêşketinên erênî çêbibin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Bêyî azadkirina girtiyên siyasî em nikarin behsa aştiyeke rasteqîn bikin. Berî her tiştî, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav me de be. Bêyî azadkirina birêz Ocalan em nikarin behsa çareseriyê bikin."
‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'
Zeynep Demîrtaş, dayika Mehmet Şerîf Demîrtaş ê ku 10 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Sûlûca ya Edeneyê girtî ye, got: "Em aştiyê dixwazin. Ger aştî hebe, aramî jî heye, wekhevî jî heye. Ji bo vê yekê, divê tavilê deriyên girtîgehan bên vekirin. Heta ku girtiyên siyasî neyên berdan, em nikarin behsa aştiyê bikin. Divê dayik êdî êşê nekişînin. Komîsyonek li meclisê hatiye avakirin û divê ev komîsyon tavilê ji bo girtiyên siyasî tevdîran bigire."
‘EM Ê HER TIM BÊJIN AŞTÎ'
Besna Gunay, dayika Abdullah Gunay ku 27 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Antalyayê girtî ye, got: "Tevî her tiştî, me her tim aştî û azadî xwestiye. Dewletê hîn jî gav neavêtiye. Divê demildest gav biavêje. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkildarî azadiya zarokên me ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, kes azad nabe. Devlet Bahçelî dibêje, 'Em ê aştiyê bînin cîhanê.' Divê pêşî bi Tirkiyeyê dest pê bikin. Kurê min 27 sal in girtî ye. Em baweriya xwe bi aştiyê bêyî azadiya birêz Ocalan naynin. Divê komîsyona li meclisê ji bo aştî û wekheviyê bixebite. Divê girtîgeh demildest bên valakirin. Me her tim gotiye aştî û em ê her tim jî bibêjin."
MA / Emrûllah Acar