ŞIRNEX - Şewata ku duh li Herêma Bestayê li qada daristanî çêbûbû, hat tefandin.
Şewata ku duh li qada Mîrgomar a Herêma Besta ya Şirnexê li qada daristanî çêbûbû, hat tefandin. Sedema çêbûna şewatê nehat hînkirin, lê demeke dirêj e ketina welatiyan a herêmê bi hinceta "ewlehiyê" qedexe ye. Her wiha li qada ku agir pê ket jî, bi salan e daristan tên qirkirin.