NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya ‘Sêşema Na Ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku rejîma Îranê hefteya borî 2 jê jin 39 kes darve kiriye.
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 50 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 84’emîn de didome. Di hefteya 84’emîn de komekî girtiyên li Girtîgeha Lengerudê ya li Kumê jî beşdarî kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bû. Bi vî awayî hejmara girtîgehên beşdarî kampanyayê bûn bû 51.
Kampanyayê, di hefteya 84’emîn de daxuyaniyek nû weşand. Kampanyayê di roja 37’emîn a darvekirina girtiyên siyasî Mehdî Hasanî û Behruz Ehsanî de carek din anî ziman ku divê cezayên mirinê bên rakirin û rêz li mafên mirovan re bê girtin.
‘ARMANCA REJÎMÊ BÊDENGKIRINA CIVAKÊ YE’
Kampanyayê ragihand ku tevî ku 37 roj bi ser darvekirina Mehdî Hesenî û Behrûz Ehsanî re derbas bûne jî, malbat û hezkiriyên wan hîn jî ji cihê gorên wan bêxeberin û wiha hate gotin: “Ev kiryara nemirovane mînakek sereke ya îşkence û windakirinên bi zorê ye ku malbatên windayan hedef digirin. Darvekirinên dubare li Îranê ne tenê binpêkirinek aşkera ya mafên mirovan e, lê di heman demê de bi rêya tirsê bêdengkirina civakê ye.”
39 KES HATIN DARVEKIRIN
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku tenê hefteya borî, 2 jê jin 39 girtî hatine darvekirin, bi vî awayî ji Adarê ve hejmara darvekirinan gihîştiye 704 kesan. Li gorî kampanyayê, ev rewş nîşan dide ku dewlet “siyaseteke xwînî ya bêdengkirinê ” pêk tîne da ku desthilatdariya xwe biparêze û ev tişt hatin parvekirin: “Ev windahî dê di bîra mirovên ku daxwaza azadiyê dikin de neyên jibîrkirin, û xwîna wan dê di damarên nifşên ciwan de berdewam bike.”
HEJMARA GIRTÎGEHÊN TEV LI KAMPANYAYÊ BÛN GIHIŞT 51’AN
Bi çalakiya vê hefteyê re, hejmara girtîgehên ku beşdarî kampanyayê bûne gihîştiye 51’ê. Di daxuyaniyê de tekez hat kirin ku ev yek di nav civak û zindanên Îranê de îradeyek berfireh a berxwedanê nîşan dide. Di dawiyê de, ji ber koça dawî ya endamê kampanyayê Velî Daneşwarkar, peyamek sersaxiyê ji malbat û hemû parêzvanên mafên mirovan re hat şandin.