ÎZMÎR - Şîna Fermandarê Eyaleta Rojavayê Zapê yê HPG’ê Bulut Kîşîn ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, di roja sêyemîn de didome.
Şîna Fermandarê Eyaleta Rojavayê Zapê yê HPG’ê Bulut Kîşîn (Mordem Çewlîg) ku di 11’ê Tebaxê de ji ber qezaya tunelê jiyana xwe ji dest dabû, di roja sêyemîn de didome. Şîn, li gundê Yukari Kizilca yê navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê hate danîn. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Îzmîrê Burcugul Çubuk û Îbrahîm Akin jî di nav de gelek siyasetmedar û welatî çûn serdana şînê.