Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin

  • rojane
  • 09:26 27 Tebax 2025
  • |

WAN - Saîde Ulugana ku di pevçûnan de du zarokên xwe winda kiriye û beşdarî merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, got: "Cenazeyên zarokên me di qutî û çenteyan de dan me, lê tevî vê êşê jî, em dibêjin 'Aştî.' Em ziman û nasnameya xwe dixwazin"

 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasîmeke şewitandina çekan li dar xist. Merasîm li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe, hat lidarxistin û nûnerên gelek beşên civakî, rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn. Kesên ku di pevçûnan de xizmên xwe winda kirine jî beşdarî merasîma şewitandina çekan bûn. Dayika Aştiyê Saîde Ulugana ku du zarokên xwe di pevçûnan de winda kiriye û beşdarî merasîma çekşewitandinê bû, diyar kir ku ew ê tevî êşa ku kişandine jî bibêjin "Aştî".
 
Saîde Ulugana, ku keça xwe Aynûr (Ronahî Tamara) ku di 1'ê Nîsana 2007'an de tev li PKK'ê bûbû, di 29'ê Nîsana 2021'ê de li Amedê û kurê xwe Ridvan Azad (Karker Tolhildan) ku di sala 2007'an de tev li PKK'ê bû, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li Efrînê winda kir, got ku ew piştî 93 rojan karîbûye cenazeyê keça xwe wergire. Saîde Ulugana ku diyar kir ku wê sê sal berê di şerekî li Licê de keça xwe winda kiriye, diyar kir ku ji bo ku cenaze neyê dayîn astengî hatine danîn. Saîde Uluganayê got: "Keça min di meha Remezanê de şehîd bû. Em her tim diçûn û dihatin. Me serî li edliyeyê û hemû saziyên pêwendîdar da. Me cenazeyê wê hilda û 93 roj piştî koça dawîyê defin kir. Her du zarokên min pir cuda bûn. Helwest, axaftin, rêberiya wan hemû pir cuda bûn. Her çend Aynûr biçûk bû jî, wê bi tevahî berpirsiyariya malê girt ser xwe. Aynûr her tim zarokeke serdest bû; çi bigota gere wiha bûya. Azad jî mîna Aynûr bû. Aynûr û Azad qet ji rêzgirtina xwe tawîz nedan û aramî didan der. Azad her tim bi hevalên xwe re wekî hevalan tevdigeriya; hevaltî ji bo wî yek ji tiştên herî girîng bû. Hevalên wî hîn jî gava ku ew serdana me dikin û qala wî dikin çavên tije dibe. Hevalên wî her tim dibêjin, 'Hevalek mîna wî tune ye.'"
 
Saîde Uluganayê diyar kir ku kurê wê dizanibû çi dixwaze û bi biryar bû û got: "Aynûr û Azad pir rastgo bûn. Ji ber nêzîkatiya xwe ya bi heval û kesên li dora xwe re, her kesî ji wan hez dikir. Kurê min û pismamê wî pir ji hev hez dikirin û bi hev re tev li PKK'ê bûn. Dema ku min ew sibehê ji bo dibistanê şiyar dikir, ew tenê çayek vedixwar û diçû. Min nedît zarokên min çawa mezin bûn. Aynûr ji bo min her tişt bû. Di navbera çûna her du zarokên min de duh meh hebûn. Çûn û min careke din ew nedîtin."
 
'DÎSA JÎ EM DIBÊJIN AŞTÎ' 
 
Saîde Uluganayê hestên xwe yên di merasîma şewitandina çekan de ku wê şahidî lê kir, vegot: "Em, heft dayik, li wir bûn û kêliyên pir hestiyar dîtin. Dema ku em derbasî Zaxo bûn, ew hatin silavê li me bikin. Nirxa ku wan nîşanî me da bêhempa bû. Dema ku em derbasî Silêmaniyê bûn, em kelecanî bûn. Aliyekî me xemgîn, aliyê din jî bi bextewarî û aştiyê tijî bû. Ji her derê gelek kes hatibûn. Em nikarin kêliya yekem a ku kom gihîşt meydanê ji bîr bikin. Em hemû giriyan û dîtina wan li pêşiya me wekî ku em di xewnekê de bûn. Aramiya dîtina wan bêhempa bû. Dema ku wan çekên xwe şewitandin, em pir giriyan… Lê me di heman demê de hêvî jî hîs kir ji ber ku ev gaveke ber bi aştiyê ve bû. Lê ew qet teslîm nebûn; ev serkeftinek e. Me êş kişand û divê êdî kes êşê nekişîne. Cenazeyên zarokên me di qutî û çenteyan de dan me, lê tevî vê êşê jî, em dibêjin 'Aştî'. Em bi xwe bawer in; em ê aştiyê bînin."
 
Saîde Uluganayê diyar kir ku Besê Hozat di merasîma şewitandina çekan de Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi rê ve biriye û got ku ev yek ji hêz û mîsyona ku Abdullah Ocalan daye jinan derketiye holê.
 
'EM NASNAMEYA XWE Û HEBÛNA XWE DIXWAZIN'
 
Saîde Uluganayê diyar kir ku divê dewlet gavên berbiçav ji bo çareserkirina pirsgirêkê biavêje û got: "Berî her tiştî, berdana girtiyên nexweş û siyasî yên di girtîgehê de pir girîng e. Bi hezaran kes hene ku cezayên wan qediyane lê nehatine berdan û divê ew werin berdan. Bi mîlyonan kes ji ber cezayên hatine dayîn ji malên xwe hatine derxistin û yek ji van jî kurê min e. Divê ev qedexeyên li ser zimanê me werin rakirin û zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Ev doz ku bi salan e em ji bo wê têdikoşin, doza ziman e. Em nasnameya xwe û hebûna xwe dixwazin."
 
MA / Ozlem Yacan
 
 

Sernavên din

31/08/2025
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
10:14 'Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina aştiyê ye'
10:03 Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne
09:50 Bernameya 1’ê Îlonê ya Êlihê diyar bû
09:43 Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
09:08 Serokê Giştî yê PSAKD'ê: Ji bo aştiyeke rast divê Ocalan serbest bê berdan
09:07 Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:03 Belgefîlma bîra berxwedêr: Bîra Sûrê
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
08:45 Nîjadperestan li Nîgdeyê êrişî karkerên Kurd kirin
28/08/2025
17:23 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê