Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin

  • cîhan
  • 09:34 26 Tebax 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji parêzerên Mandela Kisten Govender, bal kişand ser wekheviyên di navbera têkoşîna Abdullah Ocalan û Mandela de û got: "Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî, edalet û serfiraziyê didin der."

 
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibatê de kir, ji hêla gelek derdorên cıvakî û navneteweyî ve tê nirxandin û piştgiriya wê tê kirin. Têkoşîna demdirêj a Abdullah Ocalan bi ya rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela tê danberhevkirin. Her du kesayet bi têkoşîna xwe ya di girtîgehê de û nexşerêyên ku ji bo çareseriyê pêşkêş kirine balê dikişînin.
 
Parêzerê Nelson Mandela û her wiha endama Komeleya Navneteweyî ya Hiqûqnasên li dijî Tecrîdê Kisten Govender, li ser vê yekê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Govender bi bîr xist ku Abdullah Ocalan û Nelson Mandela beşeke mezin ji jiyana xwe di zindanan de derbas kirine û got: "Her du jî 'şervanên azadiyê' ne. Rêveberên ku ew li dijî wan têkoşiyan, wan wekî 'terorîst' bi nav kirin. Têkoşîna Mandela nisbeten hêsantir bû ji ber ku ew li dijî rejîmeke hindikahî bû. Mandela têkoşîna gelan ji bo diyarkirina çarenûsa xwe girîng didît. Ji bo naskirina vê têkoşînê li dijî dewleta Tirkiyeyê divê arguman werin pêşkêşkirin."
 
‘TÊKOŞÎNA GELÊN BINDEST DIPARAST'  
 
Govender diyar kir ku Mandela têkoşîna hemû gelên bindest ên cîhanê diparast û got: "Wî piştgirî da têkoşîna gelê Filistînê. Mandela digot, 'Heta Filistîn azad nebe, Afrîkaya Başûr azad nabe.' Ger ew sax bûya, wê heman tiştî li ser gelê kurd bigota. Çi ew beşek ji Tirkiyeyeke yekgirtî bin, çi wîlayeteke cuda bin, çi beşek ji hikûmeteke federal bin, çi jî Kurdistaneke nû were damezrandin, ew ê bi eşkereyî bigota, 'Heta gelê kurd azad nebe, Afrîkaya Başûr azad nabe.' Ev têkoşîn têkoşîneke rewa ye ku bê guman Nelson Mandela dê ew esas bigirta. Sedema sereke ya ku ez vê dibêjim ev e ku Abdullah Ocalan, di rojên wî xwe dawî yên azadiya xwe de, dixwest bi Nelson Mandela re hevdîtinê bike da ku têkoşîna gelê kurd bigihîne asteke mezintir û ji Afrîkaya Başûr piştgiriyeke mezin bigire. Lêbelê, em hemû dizanin ku ew berî ku hevdîtinê bike hat girtin."
 
Govender diyar kir ku Abdullah Ocalan pêşketin û gefên li Rojhilata Navînê, bi taybetî yên li Sûriyeyê, bi awayekî rast nirxandiye û got ku Ocalan tişta ku di berjewendiya gel de ye dîtiye. Govender diyar kir ku ji şêwaza rêveberiya Mandela gelek tişt dikarin werin fêrkirin û got: "Nelson Mandela Afrîkaya Başûr ber bi hikûmeteke demokratîk ve bir. Wî hewlên mezin da ku nîşan bide ku divê em mirovperwer, dadperwer û wekhev bin ku divê em bi dijminên xwe re danûstandinan bikin, pêşî li dijminatiya wan bigirin û dostaniyê ava bikin. Ev celeb serokatî pir, pir kêm e. Ji ber vê yekê Abdullah Ocalan derdikeve pêş. Di daxuyaniyên xwe yên ji girtîgehê de, wî destê dostaniyê û aştiyê dirêj kir. Ev yek dê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê, tevî komên berjewendiyên cihêreng, serfiraziyê bîne. Bi rastî, ev daxuyanî xwe disipirên rêberiya ji bo Tirkiyeyeke yekgirtî û vîzyonek ji bo qenciya mirovahiyê ne."
 
‘DIVÊ PÊWENDÎ BI HIKÛMETA EFRÎQAYA BAŞÛR RE BÊ DANÎN'
 
Govender diyar kir ku têkoşîna Abdullah Ocalan dişibe ya Mandela û got: "Ocalan dê ji bo qenciya gelên tirk û kurd canê xwe bide, lê ew ê ji edaletê tawîzê nede. Wî tevahiya jiyana xwe ji bo vê pêvajoyê terxan kiriye. Ji ber ku ew şervanekî azadiyê ye, ew ê ji vê yekê paşve gav neavêje. Ocalan mirovekî wêrek e, lê rasteqîniya wî jî cudatiya wî dide der. Ev tam ew celeb pêşketin in ku Nelson Mandela piştgiriya wan dikir. Em dibînin ku Serokkomarê niha yê Efrîqaya Başûr, Cyril Ramaphosa, bi berdewamî piştgiriyê dide têkoşîna gelan ji bo xwerêveberiyê li ser bingeha edaletê. Ji ber vê yekê, peyama min ji bo alîgir û hevalbendên Abdullah Ocalan ev e ku bi Cyril Ramaphosa û hikûmeta ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê) re têkilî daynin û wan teşwîq bikin ku li Tirkiyeyê navbeynkariyê bikin ji bo aştiyê."
 
Govender anî ziman ku dê zexta navneteweyî bike ku Tirkiye biryarên DMME'yê û biryara der barê "mafê hêviyê" d epêk bîne. 
 
‘OCALAN FIRSENDEK DA ERDOGAN'
 
Govender destnîşan kir ku bêyî azadiya fizîkî çêbibe Abdullah Ocalan banga bidawîkirina têkoşîna çekdarî kiriye û got ku ev bang kiriye ku Erdogan bi helwesteke birûmet re rû bi rû bimîne. Govender bilêv kir ku Ocalan firsendeke mezin daye Erdogan û got: "Ger vê firsendê nenirxîne dê heya dawiyê winda bike." 
 
MA / Hîvda Çelebî
 
 

Sernavên din

31/08/2025
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2025’AN
30/08/2025
17:01 Li Qamişloyê panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve’
16:40 Meclisa Ziman a Konseya Bajêr rêveberiya xwe diyar kir
16:20 Rêveberiya Nûnertiya TUAY-DER a Êlihê diyar bû
16:11 Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
16:06 Daxwaza edaletê ya xizmên windayan didome
16:04 Roja Windakirinên Bi Zorê: Ji ÎHD’ê 10 daxwaz
15:51 Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
15:42 Ji bo girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Emîn Aladag daxwaza berdanê
15:33 Li daristanên Westanê şewat derket
15:24 Bafil Talebanî bû serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî
15:07 Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
14:02 Li Kerboranê agir bi daristanê ket
13:47 Di civîna nivîskarên Kurd de peyama ‘yekitiyê’ hate dayîn
13:23 Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
13:22 Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
13:17 Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
12:46 Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
12:45 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
12:43 Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
12:38 Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
11:53 Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
11:38 Li Rihayê mirineke biguman
11:07 Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
10:07 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
09:44 Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
09:39 Birca dîrokî ji gel re girtî ye
09:26 Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
09:12 ‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
09:03 Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2025'AN
08:51 Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
08:36 Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
29/08/2025
21:01 Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
20:59 Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
16:26 Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
10:14 'Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina aştiyê ye'
10:03 Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne
09:50 Bernameya 1’ê Îlonê ya Êlihê diyar bû
09:43 Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
09:08 Serokê Giştî yê PSAKD'ê: Ji bo aştiyeke rast divê Ocalan serbest bê berdan
09:07 Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:03 Belgefîlma bîra berxwedêr: Bîra Sûrê
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
08:45 Nîjadperestan li Nîgdeyê êrişî karkerên Kurd kirin
28/08/2025
17:23 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê