NAVENDA NÛÇEYAN - IPC ku ji şopandina ewlehiya xurekan berpirsyare û NY piştgiriyê dide, ragihand ku xelaya li Xeze û derdora wê hatiye piştrastkirin û li gorî texmîna wan dê "mercên karesatê" heta dawiya Îlonê li Deyr el-Balah û Han Yunusê jî belav bibin.
Dabeşkirina Qonaxa Ewlehiya Xureka Entegre (IPC) ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê destekkirin, ragihand ku xelaya li Xezeyê û li hawirdora wê hatiye piştrastkirin û li gorî texmîna wan dê "mercên karesatê" heta dawiya meha Îlonê li Deyr el-Balah û Han Yunusê jî belav bibin. Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) jî bang li xebatkarên tenduristiyê û dezgehên navneteweyî kir ku milyonek welatiyên li bajêr veguhêzin stargehên li başûrê bajar.
Piştî êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan a li dijî Îsraîlê, operasyona li dijî Xezeyê hatibû destpêkirin. Heta niha li Xezeyê zêdetirî 62 hezar kes hatine qetilkirin. Tenê di meha Tîrmehê de 112 zarokan ji birçînan jiyana xwe ji dest dane.