MÊRDÎN - DEDAŞ'ê, tevî ku deynê ceryanê yê ji dêya wan a mirî mayî dane jî, 2 jê zarok hemû endamên malbata Adle Ketbogayê, da ber îcrayê.
Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li bajarên Kurdistanê bi îdiaya ceryana qaçax ceyrana welatiyan dibire dibe rojev, vê carê jî çendî deynê ji dêya wan mayî dane jî zarok jî di nav de 19 ferdên malbata Ketbogayê da ber îcrayê. Li navçeya Qoser a Mêrdînê, bi îdiaya Adle Ketboga 652 lîre û 61 qurîş û 4 hezar û 632 lîre heqê ceryanê yê sala 2018'an nedaye, tevî faîzê ji malbatê xwest. Bi hinceta deyn nehatiye dayîn di sala 2022'yan de du caran îcra hat destpêkirin. Çend roj berê dadgeha Îcrayê ya Oserê biryar da. Tevî lêçûnên dozê û faîzê ji malbata Ketboga hat xwestin ku 22 hezar û 600 TL bê dayîn.
Malbata Ketboga, piştî hesabê 19 ferdên malbatê hat blokekirin hay ji îcrayê çêbû. Di nav kesên ketine ber îcrayê de, neviyên Adle Ketboga jî hene. Yek ji wan 14 salî û yê din 17 salî ye.
Kurê Adle Ketbogayê Îsmet Ketboga ku di heman demê de Gerînendeyê Weşana Giştî ya Koser Haberê ye, anî ziman ku piştî nelirêtiyên DEDAŞ'ê anîne ziman hedef hatine girtin. Ketboga bilêv kir ku piştî pê hesiyane deynê dêya wan heye çûne deyn dane û got ku lê dîsa jî DEDAŞ'ê ew dane ber îcrayê. Ketboga da zanîn ku têkildarî deyn dosyeyeke din jî hatiye vekirin û got: "Deynê fatûreya din jî ji meaşê xwişka min hatiye birîn. Lê dîsa jî nesekinîne û îcrayê domandine. Vê carê jî lêçûnên parêzer û faîz jî lê bar kirine û li gel 4 hezar deyn, 18 hezar deynê din jî lê zêde kirine. Hesabên hemû ferdên malbatê bloke kirine."
Ketboga bilêv kir ku DEDAŞ'ê der barê du biraziyên wî yên 14 û 17 salî de jî îcra daye destpêkirin û got ku ev cihê şermê ye. Ketboga da zanîn ku berê jî DEDAŞ'ê avêtiye ser ofîsa wan û di dema weşanê de bi zanebûnî ceryana wan biriye û got: "Lê em ê tim derd û xemên vî gelî bînin ziman. Çi dibe bila bibe em ê dest jê bernedin."
MA / Ahmet Kanbal