AMED - Hevberdevka Partiya Sor Candan Polatê diyar kir ku xurtkirina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erk û berpirsyartiyeke şoreşgerî dibînin.
Partiya Sor (Kizil Partî), têkildarî pêvajoya bo boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li Navenda Kongreyan a Çand Amedê daxuyanî da. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Li cihê daxuyaniyê pankarta “Em ê bi hev re aştî, hemwelatiya wekhev û sosyalîzmê bi dest bixin” hate daliqandin.
Berdevka Partiya Sor Candan Polatê daxuyanî da û got ku ew di ferqa girîngiya pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî. Candan Polatê diyar kir ku xurtkirina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de weke erk û berpirsyartiyeke şoreşgerî dibînin. Candan Polatê, da zanîn ku gelê Kurd ji bo mafên xwe yên wekhevî û azadiyê bedelên giran daye û tevgerên sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê jî piştgiriyê didin vê têkoşînê.
KOMÎSYONA MECLISÊ
Bi domdarî Candan Polatê bal kişand ser komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û got ku divê xebatên wê zelal bin, gelên Kurd û Tirk tê de cih bigirin. Candan Polatê got ku bêbaweriya gel a li dijî îktîdarê hêj didome û ev bêbawerî ne tenê ji ber sepanên faşîst ên dîroka nêz lê di heman demê de ji polîtîkayên nûjen jî tê. Candan Polatê, got ku Partiya Sor, parçeyeke çalak a lêgerîna çareseriya wekhevîparêz a pirsgirêka Kurd e û ev pêşniyar rêz kir:
“* Ji bo beşdariya xurt a gel û şefafiyê, divê zemîneke nîqaşên azad bê afirandin. Divê ev mercên nîqaşên azad, ji bo yek ji kirdeyên herî girîng a pêvajoyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî derbasdar be.
* Hewceye mekanîzmayên ku fikir û têkoşîna aştiyê ya tevahiya partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîkya û kirdeyên din ên dixwazin tev li pêvajoyê bibin, araste dike bên avakirin.
* Divê sepana tayînkirina qeyûm tavilê bê bidawîkirin û şaredar vegerin ser peywira xwe û yên girtî bên berdan.
*Di serî de girtiyên nexweş, divê hemû girtiyên siyasî yên bi hincetên cuda nayên berdan tavilê bên berdan. Divê beşeke mezin a civakê tev li pêvajoya çareseriyê bibe.
* Divê tevahiya astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin.
* Divê di hemû pêvajoyên têkildarî aştiyê de nûnertiya wekhev a jinan bê misogerkirin û astengiyên li pêşiya tevlibûna wan bên rakirin.”
Sekreterê giştî yê partiyê Onur Emre Yagan piştî daxuyaniyê pirsên beşdar û rojnamegeran bersivand.