ÎDIR –Kevneşopiya koçeriyê ya bi sedsalan li Îdirê bi Bêrîvanan berdewam dike. Bêrîvan ku deşta Korxanê ji xwe re kirine war, bi şêwazên jiyana xwe mîrateya kevneşopiya koçeriyê ya bi sedsalan vedijînin.
Deşta Korxan a Îdirê her havîn bi keda bêrîvanan tê vejandin. Bêrîvan, wekî hilgirên kevneşopiyên koçertiyê, ne tenê keriyên xwe diçêrînin, di heman demê de berdewamiya hilberîn, hevgirtin û bîra çandî li gundan misoger dikin. Tevî ku ev şêwaza jiyanê ya sedsalan bi guherîna avhewayê, pirsgirêkên aborî û zexta koçberiyê re rû bi rû ye jî, bêrîvan vê mîrateyê diparêzin.
Fehîme Kol, yek ji jinên ku kevneşopiya bêrîvantiyê diparêze, got ku ew di meha Nîsanê de tên zozanan û di dawiya havînê de vedigerin gund. Fehîme Kolê anî ziman ku ew nêzîkî sê-çar mehan li zozanan dimînin û li zozanan şêwazeke jiyana hevbeş heye. Fehîme Kolê behsa wê yekê kir ku jiyana wan a li zozanan komunî ye û got: "Em serê sibê zû radibin, sobeya xwe vêdixin û mala xwe rêkûpêk dikin. Piştre zarokên me heywanan derdixin çêrandinê û zarokên me li wan dinêrin. Hin kes li vir dewar û pez xwedî dikin, lê em tenê pez xwedî dikin. Em şîrê xwe heta ku heywan vedigerin didoşin û dixin makîneyê. Piştî karê me, em vedigerin malê. Piştre firoşkar tê vir. Em şîr û penêr difiroşin firoşkar. Şîrê mayî em ji bo xwe dihêlin, zivistanê dixwin û didin xizmên xwe."
Fehîme Kolê ku got jiyana zozanan ji jiyana bajêr çêtir e û got: "Ev zozanên me ne, havînê pir xweş in. Em li vir yekgirtî ne, zarokên me bi hev re ne, xizm û cîranên me hene. Her çend li vir gelek karên me hebin jî, em jin pir caran li vir dicivin da ku çay vexwin û sohbet bikin."
Mahîr Temel ku li zozanan debara malbata xwe dike, got ku koçertî di meha Adarê de dest pê dike û piştî demeke diyarkirî ew vedigerin gund. Temel got: "Herêma Serhadê jixwe herêmeke xwezayî ye. Yek ji sedemên sereke yên zozanan ev e ku heywan nikarin li hember germahiya gund tehemûl bikin û ber bi deverên hêniktir ve diçin. Em derdora saet 4:00'ê sibê şiyar dibin û heywanan dibin çêrê. Quntarên Çiyayê Araratê jixwe daristanî ne û em li wir heywanan diçêrînin. Jin heywanan didoşin. Em penêr û berhemên din ên ku em çêdikin difiroşin. Piraniya firoşkaran her çi dibe bila bibe tên vir û em difiroşin wan, lê mixabin, bi bihayekî erzan. Ev zehmetiyên jiyana me ne; lê em neçar in ku bijîn. Em ji ber heywanên kovî jî zehmetiyan dikişînin, lê tevî her tiştî, ev der pir xweşik e."