ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin hêj nexşerêya xwe diyar nekiriye û got: “Tevî tecrîdê jî Abdullah Ocalan dixwaze di dewletê de aqilê çareseriyê pêş bixe.”
Xebatên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya li Meclisê didomin. Komîsyona heta niha 3 caran civiyaye û dê di 19-20’ê Tebaxê de li Dayikên Aştiyê û komeleyên malbatên gerîla û leşker û polîsên jiyana xwe ji dest dane guhdarî bike.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê û endama komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî nîqaşên di çarçoveya pêvajoyê de û bendewariyên ji komîsyonê axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bertek nîşanî binavkirina îktîdarê ya “Tirkiyeya bêteror” da.
'ZIMAN BI XWE DIYARKER E’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku ji bo çareseriyê hêj bi îktîdar û muxalefetê re nêrîneke hevpar û nexşerêyek ava nekirine û got: “Ziman, diyarker e. Bi qasî karên din girîng e. Pirsgirêkeke wekî pirsgirêka Kurd ku pirsgirêkeke red, înkar û pişaftinê ye hûn dixin asta ‘pirsgirêka terorê’ û ev jî nîşan dide ku hûn heqîqeta pirsgirêkê nabînin. Divê em bibêjin ku hêj aliyeke pirsgirêkê red dike jî heye. Divê zêdetir li ser sedemên pirsgirêka Kurd bisekinin. Nexwe dê nekarin çareseriyê pêş bixin. Pirsgirêk, encama polîtîkayên redkar û înkarger ên dewletê derket holê. Beriya PKK’ê jî pirsgirêka Kurd hebû û Kurdan her tim serî hildan. Divê ev piştperdeya dîrokî were fêmkirin. Ji bo hevrûbûnekî rast divê gotin û têgehên rast bên bikaranîn. Wê demê çareserî jî li ser zemîneke mayinde çêdibe.”
'OCALAN DIXWAZE AQILÊ ÇARESERIYÊ PÊŞ BIXE’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, anî ziman ku tevî tecrîda li Îmraliyê jî Abdullah Ocalan hewl dide di dewletê de aqilê çareseriyê pêş bixe û wiha got: “Dixwaze hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin, misoger bike û welatekî ku hemû mafên gelê Kurd diparêze û welatekî demokratîk ava bike. Ji bo dewlet ji hêla demokrasî û zîhniyetê ve veguhere em hewl didin. Ji ziman heta nêzikatiyê, ji bo dewlet veguhere em her roj rûdinin, diaxivin, nîqaşan dikin. Komîsyon jî ji bo vê dixebite. Dewletê, îktîdarê û car bi car muxalefetê neçarî guherînê dike.”
‘NEXŞERÊYEK TUNE YE’
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi lê kir ku nexşerêya xebatê ya komîsyonê hêj zelal nebûye û wiha pê de çû: “Divê nexşerê û salnameyeke xebatê ya komîsyonê hebe. Me ev yek di civînekê de ji Serokê Meclisê re jî got. Gotin ku dê xebatekê bikin. Heke miswedeyeke wê amade bikin û bidin me, em jî dê nêrîn û fikrên xwe parve bikin.”
KOMÎSYON DÊ ÇI BIKE?
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku komîsyon ne tenê têkildarî sererastkirinên yasayî yên têkildarî çekberdanê ye û ev tişt anî ziman: “Dê pirsgirêkê nîqaş bike, rêyên çareseriyê diyar bike. Dê ji hêla yasayî û civakî ve gavan biavêje. Di hinek mijaran de dibe ku pêşnûmeqanûnan amade bike û di hinek sernavan de jî tenê biryarên pêşniyarê bide. Yek ji erka wê ya sereke jî civakîkirina pêvajoyê ye. Dê çi bi kesên çek berdaye bibe? Di mijara veger an jî nevegera wan de pêdivî bi sererastkirinên yasayî heye Statuya wan a hiqûqî bê diyarkirin. Ji bo vê jî divê tavilê pêşnûmeqanûnek were amadekirin, pêşkeşî Komîsyona Îhtîsasê were kirin û piştre bibe qanûn. Ev dê bibe xebata şênber a ewil a komîsyonê.”
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê daxuyand ku dê li ser aliyên bipirsgirêk ên mewzûata heyî jî nîqaş bikin û wiha got: “Weke mînak divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) were rakirin û Qanûna Muhakemeyên Cezayan (CMK) û Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) bên sererastkirin. Ji bo bidawîkirina sepana qeyûm divê di yasayê de sererastkirin çêbibe. Ev xebat tevek dê ji hêla komîsyonê ve bê amadekirin û weke pêşnûme ji komîsyona têkildar re bê şandin.”
‘DIVÊ HEM LI DAYIKA LEŞKERÎ HEM JÎ LI YA GERÎLA WERE GUHDARÎKIRIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, anî ziman ku divê navbera gelên Tirk û Kurd bê başkirin û got: “Girîng e ku êşên hatine kişandin bên sivikkirin û xwe bigihînin civakê. Divê gel hîs bike ku komîsyon û Meclis li wan guhdarî dike. Civînên ji Behra Reş heta Marmara û bajarên cuda girîng in. Divê hem li dayikên leşker û polîsan hem jî li dayikên gerîlayan were guhdarîkirin. Pêdivî bi vê heye.”
NÊZIKATIYA CHP’Ê
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser helwesta CHP’ê ya di komîsyonê de û axaftina xwe wiha qedand: “CHP dixwaze komîsyon berfirehtir bixebite û ev tê fêmkirin. Pirsgirêka wekhevî û azadiyê ya Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd girêdayî hev in. Dema we pirsgirêka Kurd çareser kir, di esasê xwe de hûn astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê jî radikin. Sedema tayînkirina qeyûman a li şaredariyên CHP’ê, pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku beriya niha li Kurdan hate kirin. Bingeha xwe jî ji pirsgirêka Kurd digire. Heke hûn bi danezaneke ji 29 xalan pêk tê bênkomîsyonê û bibêjin ‘bila tevekan komîsyon çareser bike nexwe nabe’, wê demê hûn meseleya esasî ji dest didin.”
MA / Mehmet Aslan