WAN - Li Wanê bi dirûşma “Em aştî û civaka demokratîk ava dikin” şahî hat lidarxistin û di şahiyê de peyama “azadî û aştî nêz e” hate dayin.
Şahiyên di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” û bi dirûşma “Em aştî û civaka demokratîk ava dikin” de tên lidarxistin, didomin. Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê, şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin. Bi hezaran kes tev li şahiyê bûn. Bi hezaran kesên li Taxa Xaçortê hatin gel hev, dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li qada şahiyê axivî û got: “Ciwan her tim bûn pêşengên aştî û demokrasiyê. Dê jiyaneke azad bi dest bixin. Me gelek êş kişandin û hêsir barandin. Azadî, aştî û serkeftin nêz e.”
‘LI VÎ WELATÎ ÊDÎ BILA AŞTÎ HEBE’
Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar jî got: “Em ê ji vir şûnde jî bi Abdullah Ocalan re bin. Heta aştî û azadî tê vî welatî em ê li ser şopa te bin. Divê em tevek xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Li ser ciwanan şerekî taybet tê meşandin. Nekarîn gelê me têk bibin û niha hewl didin bi rêya sîxûrtî û tiryakê me tune bikin. Banga me ji bo dayikên me ye, xwedî li zarokên xwe derkevin. Dema we li kolanan, parkan, li ser cadeyan kesên tiryakê difiroşin dît, rê nedin wan.”
Piştî axaftinan, koma muzîkê ya Aryen Kom derket ser dikê û stran got. Welatiyan li ber stranan govend gerand.
Şahî, bi çepik, tililî û dirûşman bi dawî bû.