Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû

  • rojane
  • 10:09 13 Tebax 2025
  • |
img

ERZÎNGAN - Mehmet Beşalti ku di 29'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê hat berdan, got ku di dema hewadariyê de gava werzîşê dikirin midûrê girtîgehê ji wan re digot "Hûn ê zêde bêhnê bistînin" û bi vî awayî dibû asteng. 

 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket qonaxeke nû, bi avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li meclisê hat avakirin, ji bo raya giştî bû cihê hêviyên mezin. Lêbelê, zextên ku ji destpêka pêvajoyê ve li girtîgehan tên kirin, fikarên ku li girtîgehan polîtîkayeke li dijî pêvajoyê tê meşandin didin der. Li gelek girtîgehan berdana girtiyan tê taloqkirin û gefxwarin didomin. Mehmet Beşalti ku di 29'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hat berdan, anî ziman ku pirsgirêkên ku li girtîgehê bi pêvajoyê re zêdetir bûne.
 
Beşalti, diyar kir ku ew rojê 23 saetan di hucreyên yekkesî de dihatin ragirtin û tenê saetekê derdiketin hewadariyê. Beşalti, anî ziman ku tevî daxuyaniyên endamên AKP'ê yên ku "Li girtîgehan têlên fens tune ne" jî, li ser pacên korîdoran têlên fensê hene û got ku ji ber vê wan nikaribûye ji pacan re serê xwe derxin derve. Beşalti, destnîşan kir ku wan heftê carekê tenê saetekê werzîş dikir, hewl didan di dema hewadariyê de jî werzîşê bikin. Beşalti, got: "Nedihiştin em gogê bibin hewadariyê. Ji ber vê me gorên xwe derdixistin û dikirin gog. Midûr got, 'hûn bi van goran çi dikin?' Me jî got, 'Em pê gogê dilîzin.' Wî got,'Hûn bi vî awayî werzîşê dikin. Hûn zêde nefesê distînin.' Got ku ev yek di rêziknameya girtîgehê de tune ye." 
 
'WEKÎ DOJEHÊ BÛ' 
 
Beşalti, diyar kir ku girtîgeha behsa xeberê di nav girtiyan de wekî "Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dojehê ya Erzinganê" tê binavkirin û got ku mafê girtiyan ê atolyeyan ji 10 saetan daxistine 4 saetan. Beşalti, anî ziman ku ev pêkanîn bi vê yekê sînordar nebûne û wiha pê de çû: "Ji ber ku me doza biratiya gelan û aştiyê dikir, hewl didan em serî bitewînin. Tim 'poşmanîtiyê' ferz dikin. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî ferz dikirin. Pirtûkên didan jî bêkêr bûn. Em di pêvajoya çareseriyê de ne. Tim dibêjin 'gelê Kurd, gelê Tirk wekhev in.' Ev pêvajo dest pê kir, me got belkî em mafên xwe yên mirovî bi dest bixin. Lê qethiyen nehatin dayîn. Berevajî vê, hemû nirxên me binpê kirin. Hevalên me diçin Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Ji wan re dibêjin 'We zêde av xerc kiriye.' Jixwe tu rojê 250 lître av didî. 150 lître ya sar û 100 lître jî ya germ. Jixwe gava em lîmîta xwe derbas bikin av bi xwe tê birîn. Çawa çêdibe ku em avê zêde xerc dikin? Bi hinceta 'Tu avê zêde xerc dikî' înfaza hevalan dişewitînin. Li vê girtîgehê tiştên li derî aqilan çêdibin." 
 
DAXWAZÊN GIRTIYAN 
 
Beşalti, daxuyand ku wan der barê binpêkirinên li girtîgehê de daxwazname ji Wezareta Dadê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û rêxistinên civaka sivîl re nivîsandine lê tu bersiv nehatiye dayîn. Beşalti, got: "Em li pişta berpirsiyariya dîrokî ya ku birêz Abdullah Ocalan ne û piştgiriyê didinê û em ê bêwestan ji bo çareseriyê têbikoşin. Em parêzvanên biratî û yekitiya mafan in. Em wekî nîşaneke niyeta baş daxwaza betalkirina Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê dikin. Em dixwazin mafên mirovan di girtîgehan de werin parastin. Em dixwazin mafên me yên sînordarkirî werin vegerandin. Em naxwazin ku înfaza hevalên me bi cezayên disiplînê yên bêwate bê şewitandin. Em dixwazin ku pêdiviyên winda yên tên kantînê werin temamkirin. Em dixwazin hemû binpêkirin werin çareserkirin."
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
 
 
 
 

Sernavên din

19/08/2025
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin