32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê

  • rojane
  • 09:20 13 Tebax 2025
  • |

QERS - Zahir Serbest ku di Komkujiya Dîgorê de bi birîndarî 17 rojan hat îşkencekirin û paşê hat girtin, got: "Dewlet û dadgeh her tim dixwestin sûc bixin stûyê PKK'ê, lê me hemûyan polîsên ku gule li me reşandin nas dikir."

 
Di 14'ê Tebaxa 1993'an de, niştecihên zêdetirî 20 gundên navçeya Dîgor a Qersê ku dixwestin li dijî ferzkirina cerdevaniyê, ambargoya xwarinê, serdegirtinên malan, binçavkirin û îşkenceyê ber bi navenda navçeyê ve bimeşin, rastî astengiyên cendermeyan hatin. Dema ku niştecihên zêdetirî 20 gundan ji ber astengiyên cendermeyan xwestin vegerin gundên xwe, zêdetirî 3 hezar kes 2 kîlometre beriya navçeya Dîgorê hatin rawestandin û bêyî hişyariyek ji hêla polîsên tevgera taybet ve hatin gulebarankirin. Di êrişê de 17 kes ku 6 ji wan zarok bûn, hatin kuştin; zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Gulcan (8), Zeynep (19), Selvi (14), Hasan Çagdavul (43); Yeter Kerenciler (13), Necla Geçer (14), Zarîfe Boylu (15), Erdal Bugan (17), Hacer Hacîoglu (20), Suna Çidemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydin (27), Cemîl Ozvariş (39), Giyasettin Çalişçı (41), Suleyman Taş (47), Fahrettîn Orun (80) û Tûtiye Talan (66) jiyana xwe ji dest dan.
 
Der barê heşt polîsên tevgera taybet de, bi sûcdariya "kuştina biqesdî" û "hewldana kuştina biqesdî" doz hat vekirin. Polîs bi hinceta "xweparastinê" hatin beraetkirin. Piştî qedandina rêyên hiqûqî yên navxweyî, heft ji malbatan bi hinceta "binpêkirina mafê jiyanê", "nebûna lêpirsînek bibandor" û "darizandinên dirêj" serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan ku DMME'yê di dawiyê de Turkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir. 
 
 
Zahir Serbest (64) ku di dema komkujiyê de 32 salî bû,û di komkujiyê de ji li lingê xwe de birîndar bûbû, bi birîndarî hatibû binçavkirin û girtin. Serbest behsa wan rojan kir. 
 
Serbest behsa zilm û zordariya dewletê ya wê demê kir û got: "Dewletê gelek zext li ser gel dikir. Bi taybetî di mijarên olî de zext dikirin. Digotin, 'Hûn ne misilman in.' Ew li ber çavan kal û pîran tazî dikirin û li wan dixistin. Ew îşkence li mêran, bi taybetî jinan, dikirin. Me dixwest em bi meşekê berteka xwe ya li hember vê zilmê nîşan bidin. Em di 14'ê Tebaxê de meşiyan. Destpêka meşê gundê her kesî bû. Her kes ji gundê xwe beşdar bû. Me meşa xwe li xaçerêya rêyên gundên Kanîya Yaşar, Kirîya Nexşa, Cemaldîna û Retka domand. Bîst û pênc heta bîst û heft gund li vê derê kom bûn. Me li vir govend gerand û paşê em meşiyan. Armanca me ew bû ku em biçin avahiya Qeymeqamtiya Dîgorê û berteka xwe nîşan bidin. Lê gava em gihîştin deriyê Dîgorê, hêzên taybet dest bi gulebaranê kirin."
 
'LI BER ÇAVÊN ME BIRÎNDAR QETIL KIRIN'  
 
Serbest diyar kir ku li ser rêya ku ew ji bo derdê xwe bêjin û çareyekê bibînin rastî gulebaranê hatine û got: "Dema ku dengê yekem ê çekan hat, me guman kir ku ew guleyên lastîkî bi kar tînin da ku girseyê belav bikin. Piştre, dema ku hevalên me yek bi yek ketin, me fêm kir ku ew guleyên rastîn in. Ji nişkê ve, rewş veguherî roja mehşerê. Dema ku polîsên tevgera taybet pêşî gule berdan, sê kes hatin kuştin, lê gelek kes jî birîndar bûn. Piştre, ev polîsên tevgera taybet ketin nav birîndaran û li ber çavên me gule li hevalên me yên birîndar reşandin û ew qetil kirin. Di vê meşê de ez jî ji lingê xwe birîndar bûm. Polîsên tevgera taybet bi M16'an her tim diçûn û dihatin. Wan dixwest min jî bikujin. Jîpa qeymeqamê navçeyê hat û li ber me sekinî. Qeymeqamê navçeyê nehişt ku ew min bikujin. Wan sê birîndar birin, me birin Nexweşxaneya Dîgorê. Diviyabû em ji Nexweşxaneya Dîgorê bihatana veguhastin ji bo Erziromê. Wê demê, ajokarê ambulansê ji ber ku wî me bêyî talîmatên leşkeran bir, ji karê xwe hat avêtin."
 
Serbest bilêv kir ku ew di navbera 15'ê Tebaxê û 23'yê Îlonê de dihat dermankirin û got: "Wan platîn xist lingê min û ez berdam. Ez anîm malê û dema ku ez hîn jî li ser nivînan bûm, ew hatin û min li malê girtin û birin baregeha leşkerî. Li Alayê 17 rojan îşkence li min kirin. Piştre min girtin û şandin Girtîgeha Erziromê. Ez 18 mehan li wir mam. Di dawiya 18 mehan de, ez berdam."
 
'DEWLETÊ DIXWEST SÛC TÊXE STUYÊ PKK'Ê'  
 
Serbest destnîşan kir ku wî doz li dijî dewletê vekiriye û got: "Li dadgehê, hem serokê dadgehê û hem jî dozgerê dadgehê digotin ku bûyer ji hêla PKK'ê ve hatiye kirin. Her çend min ji wan re got ku 9 polîsên tevgera taybet ên ku komkujî kirine gule li me reşandine û navên wan û çekên ku wan bikar anîne hene jî, dadgehê israr kir ku PKK'ê kiriye. Yanî dewletê hewl dida ku PKK'ê ji ber komkujiya li wir sûcdar bike. Lêbelê, em tewra navên tîmên tevgera taybet ên ku gule li me reşandine jî dizanin. Em dizanin ku wan kîjan çek bi kar anîne. Bi rastî, fermandarê bolukê yê wê demê hat û ji me re got, 'Ev ên Wezareta Karên Hundir in, ne yên me ne. Wan ferman wergirtiye û dê komkujiyekê bikin. Leşker dê gule li we nebarînin, lê tevgera taybet dê gule li we bireşîne. Ev ne girêdayî me ne.' Me di doza xwe de israr kir û ew bir DMME'yê. Doza me, rehmetî Tahir Elçî bi rê ve dibir. Rojekê Tahir Elçî got ku 'Maseya Lihevhatinê ya Tirkiyeyê' dixwaze bi me re biaxive. Lê me dixwest ku hemû cîhan bibîne ku li Dîgorê komkujiyek hatiye kirin. Divê her kes bizanibe ku jin, kal û pîr û zarok hatine qirkirin. DMME'yê jî Turkiyeyê mehkûm kir."
 
Serbest diyar kir ku dewlet bi awayekî nijadperest êrişî gel kiriye û ew kuştine û got: "Ger li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet hebûya, pirsgirêk çênedibûn. Ger dewlet nijadperestiya xwe bihelîne û fêm bike ku kesên ku ew wekî qehreman dibîne kujer in, dê pirsgirêkên wiha dernekevin holê."
 
MA / Omer Akin
 
 

Sernavên din

19/08/2025
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin