‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'

  • rojane
  • 09:01 13 Tebax 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Şengal ku li Casenayê bû şahidê merasîma şewitandina çekan got: "Çekên rizgarker ên Şengalê bûn sembola aştiyê."

 
Di 11'ê Tîrmehê de, PKK'ê merasîmek li Şikefta Casena ku li devera gundewarî ya Silêmaniyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê ye, bi beşdariya mezin li dar xist. Komeke gerîla ya ji 30 kesan pêkhatî ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Bese Hozat jî di nav de bû, di merasîmê de çekên wan şewitandin.
 
Merasîm ku di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" de hat lidarxistin, endamên civaka Êzidî jî beşdar bûn. Merasîm ku ji hêla gerîlayên HPG'ê ve hat lidarxistin, ji bo Êzidiyan kêliyek hestiyar bû.
 
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinan a Êzidî (TAJÊ) Neam Şengal ku şahidiya fermana 74'an a li dijî Êzidiyan kir, di nav kesên ku beşdarî merasîma dîrokî bûn de bû. Neam Şengal li ser merasîmê hestên xwe wiha anî ziman: "Wan çekan em rizgar kirin. Dibe ku niha em derbasî têkoşînek din bibin, lê hiştina vê bîranînê ne hêsan e."
 
‘BI WAN ÇEKAN ŞENGAL RIZGAR KIRIN' 
 
 
Neam Şengal bi bîr xist ku Êzidî bi wan çekan hatine parastin û ji fermana 74'an hatine rizgarkirin û got: "Wekî jineke Êzidî, ez beşdarî merasîma danîna çekan a li herêma Şikefta Casena bûm. Em ji dîtina gerîlayan piştî van hemû salan kêfxweş û bi kelecan bûn. Dema ku gerîla ji şikeftê derketin û daxuyaniyek dan, em pir kêfxweş bûn. 42 salan, wan bi wan çekan ev gel, nirx û nasnameya wan parastin. Ji ber vê yekê, wekî jineke Êzidî, kêliya ku wan ew çek şewitandin ji bo min herî pir bibandor bû. Dîtina şewitandina wan çekan li ber çavên wan kanalên ku her roj me înkar dikin û paşguh dikin, bandorek kûr li min kir. Ji ber ku wan bi wan çekan me, Êzidî, ji fermana 74'an rizgar kirin. Wek Êzidî, em ê qet kirinên baş ên gerîlayan ji bîr nekin." 
 
Neam Şengal destnîşan kir ku pergala neteweya demokratîk di dema avakirina Şengalê de hatiye damezrandin û Êzidiyan komele, partî û hêzên leşkerî ava kirine. Neam Şengalê got: "Tevgera azadiyê, hêzên HPG, bi çenteyên piştê û çekên di nav destên xwe de ji çiyayên azad daketin Şengalê. Ew gihîştin Şengal û ji bo alîkariya Êzidiyan hatin. Bi wan çekan, wan DAIŞ'ê têk bir û Şengalê rizgar kir. Bi wan çekan, wan jin û mêrên Êzidî kom kirin, ew perwerde kirin û alîkariya wan kirin ku xwe biparêzin. Van jin û mêrên Êzidî, mil bi mil, nasname, bawerî û çanda xwe li dijî DAIŞ'ê parastin. Van ciwanan axa Şengalê ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Êzidî vegeriyan axa xwe. Êzidiyên vegeriyayî jî tev li pêvajoya avakirina nû bûn û pergala neteweya demokratîk hat damezrandin. Êzidiyan komele, partî û hêzên leşkerî ava kirin. Ji ber vê yekê cihê PKK'ê di welatê me de cuda ye. Heke ew nebûna, dibe ku em îro li Şengal nebûna, an jî dibe ku cihekî bi navê Şengal, an jî civaka Êzidî tunebûya. Bi taybetî bîranîna şehîdên HPG'ê Dilşêr Herekol û Egit Civyan dê her tim bi me re bijî. Çekên Şengalê rizgar kirin, bûn sembola aştiyê." 
 
Neam Şengalê diyar kir ku ew ê tu carî hewldanên mezin ên PKK'ê yên ji bo Êzidiyan ji bîr nekin û got ku Êzidî jî piştgiriyê didin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
 
Neam Şengalê diyar kir ku têkoşîna serdema nû dê bi rêya siyaseta demokratîk were meşandin û got: "Ger çareseriyek were dîtin, gel dê ne bi çekan, lê bi siyaseta demokratîk xwe biparêze. Bi rêya siyaseta demokratîk, ew ê mafan bixwazin, wan daxwaz bikin û karê xwe bikin. Bi milyonan Kurd li bakurê Kurdistanê dijîn. Bi hezaran ji wan Êzidî bûn, lê niha hema hema yek ji wan nemaye. Êzidî bi salan e li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin û dê têkoşînê bidomînin heya ku tenê yek ji wan bimîne. Em ê bi bawerî, ziman û nasnameya xwe hebin û em ê tu carî wan neterikînin. Hêviya me ji Êzidiyên li derveyî welêt ev e ku ew ê axa xwe, zimanê xwe û hebûna xwe biparêzin û ji bo wê şer bikin. Lêbelê, divê ew vê yekê ne bi çekan, lê bi siyaseta demokratîk bikin."
 
MA / Zeynep Durgut
 
 
 
 

Sernavên din

19/08/2025
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin