Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mûstafa Karasu diyar kir ku li Meclisê avakirina komîsyonê girîng e lê divê karê ewil ê komîsyonê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re be. Karasu, got: “Heta ku bi Rêber Apo re nîqaş nekin û pê re neaxivin, ev komîsyon dê gelek fonksiyonî nebe.” 
 
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû, têkildarî pêvajoyê beşdarî bernameya Medya Haber TV’yê bû û nirxandin kir. 
 
Karasu, ji ewil bi boneya salvegera qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî Êzidiyan kesên hatine qetilkirin bi bîr anî û got: “Em dikevin salvegera 12’an a qirkirinê. Kesên ku di vê êrişa qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Hevrêyên ku di berxwedana li dijî dagirkerî û êrişa DAIŞ’ê de şehîd bûn jî bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî Qirkirina Êzidiyan yek ji qirkirinên sedsala 20’an bû. DAIŞ’ê xwest ku derba dawî li gelê ku bi komkujiyan re anîbûn ber tinekirinê, bi tevahî ji holê rake. Şengal cihê ku Êzidî lê dijîn e; bi êrişkirina cihekî wisa re xwestin Êzidiyan ji holê rakin. YPG/YPJ, HPG û YC’ê li dijî vê yekê berxwedanek dîrokî nîşan dan. Ger ku Êzidî ji qirkirinê rizgar bûn, ev yek bi saya destwerdana komeke pir biçûk a hevrêyan û piştre jî destwerdana YPG, YPJ, HPG û YJA Starê re Êzidî ji qirkirineke giştî rizgar bûn. Me ev pêvajo bi awayekî zindî jiya. Heta dîmenên wê jî hene.
 
Dema ku pêşmergeyên PDK'ê terk kirin û reviyan, hemû gerîlayên me digotin, "Em dixwazin biçin Şengalê." Bi vî awayî, hema hema hemû hêzên me yên leşkerî ji bo biçin Şengalê xwe ferz dikirin. Heta hin ji wan dixwestin bêyî destûra rêxistinê bi dizî li wesayîtan siwar bibin û biçin Şengalê. Het hin ji wan hevalên gazî bûn.? Ew ji bo li Şengalê Êzidiyan ji qirkirinê rizgar bikin diçûn. Gerîlayên me, hemû milîtanên me û kadroyên me di dema êrişa qirkirina li ser Şengalê de berê xwe dabûn Şengalê. Ev yek pir girîng bû. Ev sekneke dîrokî ye. Divê ti kes vê yekê ji bîr neke. Divê gelê me ji bîr neke. Divê Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn jî ji bîr nekin. Divê mirovahî jî ji bîr neke.” 
 
Bi rastî jî dema me ew sekna hevalên xwe yên gerîla dît, em hem bi kelecan bûn û hem jî serbilind bûn. Jixwe hevalên me, milîtanan bi vî ruhî DAIŞ’ê ji Şengalê derxistin. Û ji wê rojê heta îro li Şengalê Êzidiyan bi rêxistiniya xwe ya şêweya xweserî û xwerêveberinê derxistin holê. Ev pir girîng e. Di dîroka Êzidiyan de xala werçerxê ye. Êzidî di seranserê dîrokê de her tim rastî zordariyê hatine, neçar mane ku hebûna xwe biparêzin. Bêguman domandina? hebûna xwe ya heta niha, berxwedana wan a mezin nîşan dide, tevî hemû êrişan ji têkoşîna hebûna xwe ti carî paşde gav neavêtin û ji bo domandina hebûna xwe berdêlên giran dan. Divê em qebûl bikin ku Êzidî di nava berxwedaneke wisa dîrokî de ne.”?
 
‘TEVGERA ME ERKA XWE YA LI HEMBERÎ ÊZIDIYAN BÊ KÊMANÎ BI CIH ANÎ’
 
Di berdewamê de Karasu wiha got:
 
“Dema ku mijar dibe berxwedana Şengalê divê nêzîkatiya Rêber Apo ji hêla her kesî ve were zanîn. Dema ku Rêber Apo ev têkoşîn, ev Tevger da destpêkirin, dema ku ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd derket rê, ji destpêkê ve xwedî li Êzidiyan derket. Ji bo azadkirina Êzidiyan û xwedî li nasnameya xwe derkevin hewldanên mezin kir. Û timî ji Tevgerê re digot ku xwedî li Êzidiyan derkeve.
 
Niha em dibêjin Fermana 74’an. Jê re Fermana 73’yan jî, lê em komkujiya berê jî wekî fermanê dinirxînin. Êzidiyan gotibûn Fermana 72’an, lê ew di salên 2000’î de bi du fermanan re rû bi rû man. Ji ber vê yekê em dibêjin 74. Di wê fermanê de 506 kes hatin qetilkirin. Bi rastî ew jî qirkirin bû yan êrişeke bi armanca qirkirinê bû. Ji ber vê yekê, em wê jî wekî fermanekê dinirxînin.
 
Rêbertî beriya vê êrişa ku em jê re dibêjin Fermana 73’yan, hişyarî dabû û gotibû; ‘Dibe ku êrişek li ser Êzidiyan çêbibe’, ‘Dibe ku komkujiyek li ser Êzidiyan çêbibe’, ‘Hûn ê wan biparêzin’, ‘Hûn ê tedbîran bigirin.’ Rêbertî beriya vê Fermana 74’an a êrişa DAIŞ’ê hişyarî kiribû. Ger gerîla û milîtanên me piştî êrişeke wiha tavilê ketin nava liv û tevgerê, ev yek bi saya nêzîkatiya Rêberê me ye. Ev bi saya Rêberê me ku Tevgera me hişyar kir, pêk hat. Di vî warî de, Tevgera me bi rastî erka xwe ya li hember dîrokê, mirovahiyê û Êzidiyan bê kêmanî bi cih aniye.
 
DIVÊ ÊZIDÎ HEM PARASTINA XWE Û HEM JÎ?XWERÊVEBERIYA XWE BI RÊXISTIN BIKIN
 
Pêwîst e hemû Êzidî vê yekê bizanibin. Dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, ev bû rojeva tevgera me. Me timî nîqaşên em ê çawa biçin wir, çawa Êzidiyan ji qirkirinê rizgar bikin, dikir û ji bo bicihanîna pêdiviyan me hemû derfetên xwe seferber kirin. Bi rastî hîn jî encamên wê giran in. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û di gorên komî de hatin veşartin. Hîn jî nayê zanîn bê ka çend jin û zarok hatine revandin û windakirin. Cihê bi hezaran kesên din jî nayê zanîn. Divê em wan ji bîr nekin.
 
Bi vê wesîleyê dikarim ji bo Êzidiyan vê bêjim. Divê ew vê dîrokê bifikirin, hêzên qirker bifikirin û ji bo domandina hebûna xwe divê xwe birêxistin bikin. Divê ew hem xweparastina xwe û hem jî xwerêveberiya xwe birêxistin bikin. Derfetên vê yekê derketine holê. Bi domandina vê xweparastin û xwerêveberiya xwe re, divê teqez?Êzidxana ku xwe bi rê ve dibe pêk bînin. Em bawer dikin ku ew ê vê yekê pêk bînin.
 
Peyama dawî ya Rêber Apo jî pir watedar bû. Em bawer dikin ku Êzidî wê bersiva peyama Rêber Apo bidin. Li ser vê bingehê şehîdan carekî din bi rêzdarî bi bîr tînim, ji bo hemû gelê me yê Êzidî di têkoşîna wan a ji bo rêveberiya xweser, xweserî de serkeftinê dixwazim.
 
JI BERIYA HER KESÎ DIVÊ PÊŞÎ DEVLET BAHÇELÎ PÊKANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ PÊK BÎNE
 
Di mijara Mafê Hêviyê de bi salên dirêj in nêzîkatiyekî neqebûlkirinê heye. Ji aliyê DMME’yê ve bibîrxistina Mafê Hêviyê 10 sal berê bû. Salo borî jî hişyariyek çêbû. Piştî salekî ji nûve nîqaşkirina wê di rojevê de ye. Lê dewleta Tirk hîna jî di vê mijarê de gav neavêtiye. Gav neavêtina di vî aliyê de helbet têkildarî nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd, nêzîkatiya li Rêber Apo û nêzîkatiya bi pêvajoyê re têkildar e. Ev bersiva ku ji Mafê Hêviyê re hatiye dayîn bi rastî jî bêwate ye. Ne rast e, ne hiqûqî ye, ne li gorî qanûnên wan e. Lê Devlet Bahçelî bi eşkere vê yekê got, ‘Bila rêxistina xwe fesih bike, dev ji têkoşîna çekdarî berde û bila Mafê Hêviyê were pratîkkirin.’
 
Heta got, ‘Bila were li meclisê biaxive.’ Wê wêrekiyê nîşan nedan ku bikaribe li meclisê biaxive. Nexwe Rêbertî dikarîbû sedemên fesixkirina PKK’ê, rawestandina têkoşîna çekdarî rastir ji bo raya giştî rave bike. Vê yekê nekirin, lê Devlet Bahçelî got, ‘Mafê Hêviyê wê bikere dewrê.’ Wê demê divê Devlet Bahçelî li ser soza xwe bisekine. Yanî ji beriya her kesî divê Devlet Bahçelî li ser vê mijarê bisekine û pratîkbûna Mafê Hêviyê pêk bîne. Ev ne tenê sozekî ku Devlet Bahçelî daye ye. Devlet Bahçelî wê daxuyaniyê bi lihevkirina Erdogan re kir. Yanî nêrîna hevpar a tifaqa ku desthilatdariya heyî pêk tîne ye. Wê demê divê desthilatdarî ku dewletê bi rêve dibe, di mijara Mafê Hêviyê de tişta pêwîst bike.
 
Em niha ji pêvajoyekî girîng derbas dibin. Bi rastî jî di vê mijarê de Rêbertiya me û Tevgera me bi biryar e. Em dixwazin vê pêvajoyê bibin asteke ku bi demokratîkbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd bi encam bibe. Pêkneanîna Mafê Hêviyê û pêkneanîna şert û mercên xebatê yên azad, kêmaniyekî mezin e. Divê ev yek were çareserkirin. Eger ev were çareserkirin, pêvajo wê pêşde biçe û geşedanên wê erênîtir bibe. Fikarên ku niha di raya giştî de çêbûne wê werin tunekirin.
 
Di vî aliyê de ji bo ku fikarên di nava civakê de; ne tenê fikarên Kurdan ji bo ku fikarên gelên Tirkiyeyê jî werin tunekirin, divê pêwîstiyên vê pêvajoyê werin bi cih anîn. Di serî de divê Rêber Apo bigihe şert û mercên xebatê yên azad, yanî divê Mafê Hêviyê bi eşkere û zelal pratîk bibe.
 
LI MECLISÊ AVAKIRINA KOMÎSYONÊ GIRÎNG E LÊ DIVÊ BI QANÛNÊ BIHATA AVAKIRIN
 
Eger pirsgirêka Kurd û demokratîkbûn mijara gotinê be, navnîşana vê meclis e. Meclis wê çareser bike. Wê bi biryarên meclisê were çareserkirin. Ji vî alî ve li meclisê avakirina komîsyonekê, bi wate ye. Ya girîng ew e ku ev komîsyon wê çawa bixebite, armanca wê dê çi be. Avakirina komîsyoneke bi vî rengî girîng e, lê divê ev komîsyon bi qanûnê hatiba avakirin; divê armancên wê hîn eşkere û zelaltir hatiban diyarkirin. Yanî têkildarî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, divê bername û armancek heba. Evane hîna tam zelal nînin, lê avakirina wê girîng e.
 
Rêbertî - baweriya sala 2014’an bû- xwestibû ku meclis bikeve dewrê. Xwestibû ku li Meclisê komîsyonek were avakirin. Ji ber ku nîqaşkirina pirsgirêka Kurd, encex bi komîsyonekê dibe. Ji vî alî ve weke gava ewilî, avakirina wê em erênî dibînin. Lê tenê avakirina komîsyonekê têrê nake. Divê navê vê komîsyonê jî rast were diyarkirin. Ji vî alî ve binavkirineke ku demokratîkbûnê îfade dike, erênî ye. Her roj, bi gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ komîsyon nayê avakirin.
 
KOMÎSYON DIVÊ DESTPÊKÊ BIÇE BI RÊBER APO RE NÎQAŞ BIKE
 
Niha divê wezîfeyên girîng ên vê komîsyonê hebin. Destpêkê jî divê ev komîsyon bi Rêbertî re hevdîtin bike. Ji ber ku ev pêvajo, têkildarî pirsgirêka Kurd; pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji pirsgirêka Kurd digirin e. Muxatabê vê û di navenda vê pirsgirêkê de Rêber Apo heye. Ji vî alî ve eger ev komîsyon rast bixebite, rêbazeke rast a xebitînê nîşan bide, xebatên xwe bi perspektîfa rast nîşan bide, bi rastî jî xebateke watedar bimeşîne, divê biçe bi Rêber Apo re baxive. Divê bi Rêber Apo re nîqaş bike. Divê mijara destpêkê ev be. Heta ku bi Rêber Apo re neyê nîqaşkirin, pê re neyê axaftin ev komîsyon zêde bi sûd nabe.
 
KOMÎSYON WÊ DI 2-3 MEHAN DE ÇI ÇARESER BIKE?
 
Ev komîsyon niha hate avakirin. Demeke 2-3 mehan hatiye gotin. Wisa nabe yanî. Wê di 2-3 mehan de çi çareser bike? Wê rewşa gerîlayên ku wê çekên xwe deynin û werin, dê çi be? Çavkaniya vê pirsgirêkê heye, sedemên ku ev pirsgirêk derketî holê heye, pirsgirêka Kurd heye, pirsgirêka demokratîkbûnê ya Tirkiyeyê heye. Eger komîsyon ne têkildarî van be, çi wateya wê heye? ‘Wê rewşa kesên ji çiyê tên çibe?’, ‘Pirsgirêk PKK-gerîla; ev wê were çareserkirin’. Tenê ‘berdana çekan’. Lê pirsgirêk ne ev e! Pirsgirêka sedsalî ev e? Ji dema avabûna Komarê û vir ve 30 serhildan çêbûne. Sedemên vê yekê hene.
 
Ji vî alî ve heke ev komîsyon tenê bi rewşa kesên çek ber didin û tên ve mijûl bibe, tenê têkildarî vê yekê gav bavêje, wê demê ev şaş e, ev kêm e. Ev pêdiviya pêvajoya heyî pêşwazî nake. Tê gotin ya, ev pêvajo çawa dest pê kir? Ji bo ewlehiya Tirkiyeyê… Navxweyî û ji derve geşedanên ku ewlehiya Tirkiyeyê dixin xeteriyê, hene. Heke ji bo astengkirina van, pêvajoyeke wiha hatibe destpêkirin, wê demê tenê bi berdana çekan û nîqaşa li ser rewşa kesên wê çekdan berdin, komîsyon nabe. Sînordarkirina vê komîsyonê bi vê yekê re, wê bibe sabotekirina pêvajoyê.
 
HER KES GELEK TIŞTAN JI VÊ KOMÎSYONÊ HÊVÎ DIKE
 
Erê, avakirina komîsyonê gaveke girîng e. Pêvajo ye, geşedanên sînordar çêdibin; em nikarin bêjin ti tişt çênabe. Mesele hevdîtinên bi Rêbertî re, çûyîn û hatin, li meclisê hevdîtin, hevdîtina heyetan a bi partiyan re. Li raya giştî tê nîqaşkirin. Lê komîsyoneke wiha pir hate nîqaşkirin, rolekî pir girîng hate dayîn. Her kes jî gelek tiştan ji vê komîsyonê hêvî dike. Eger xwe tenê bi mijareke ‘rewşa gerîlayan wê çi be’ sînordar bikin, wê demê encamek baş bi dest nakeve.
 
Bê guman rewşa gerîlayên ku wê çek berdin jî, mijarek girîng e; divê ew jî were çareserkirin, lê divê ew bi tevahî were çareserkirin. Eger demokratîkbûn nebe, qanûnên cur be cur dernekevin, têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd gav neyên avêtin, wê vale biçe. Niha tenê mirovên ku ji bo azadiya gelê Kurd diaxivin, ji bo azadiya wê têdikoşin, tenê roportaj didin, tên girtin. Niha eger holeke demokratîkbûnê ya wiha çênebe, gavên vê neyên avêtin, sibe rewşa kesên biçin dê çi be? Wê bên girtin. Wê biçin, têkildarî pirsgirêka Kurd baxivin, xwe rêxistin bikin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bikevin hewldanê; wê demê dê bên girtin. Wiha nabe.
 
Ji vî alî ve divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û li ser vê esasê demokratîkbûn pêş bikeve. Divê qanûnên ku gelek demokratîkbûnan pêş bixe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zemînê çêbike, derbikevin holê. Divê di komîsyonê de evane jî bên nîqaşkirin. Divê ev komîsyon wiha tenê xwe bi rewşa kesên çek berdidin re, sînordar nehêle. Jixwe di vî alî de rexne hene. DEM Partiyî rexne dikin, em jî rexne dikin. Wiha nabe yanî. Ev wê çi çareser bike? Em ji bo vê van gavan diavêjin? Em gavên xwe tenê ji bo vê naavêjin. Pirsgirêka demokratîkbûnê, pirsgirêka Kurd heye. Ji vî alî ve armanca xebata komîsyonê ya wisa bi du mehan re sînordar, pêdiviyan pêşwazî nake.
 
EM DIXWAZIN VÊ PÊVAJOYA KU BI HER KESÊ BIDE QEZENCKIRIN, BI SER BIXÎNIN
 
Eleqeyeke dostan heye. Li Ewropa, Tirkiye û cîhanê jî eleqeyeke dostan heye. Piştgirî didin vê pêvajoyê, ji bo serketina vê pêvajoyê hewl didin. Helbet divê ev hewldan hîn zêdetir bibin. Helbet a esas, hewldana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye. Em dibêjin pêvajo. Armancên ku divê demildest em xwe bigihîninê, me diyar kir. Ji bo pêkhatina van hewldan, xwe rêxistinkirin û têkoşîna gelê Kurd girîng e. Heke li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê nekevin dewrê, gelê Kurd bi bandor nebe, eger ji bo pêdiviyên pêvajoyê zext li ser dewlet û hikûmetê çênebe, têkoşîn nebe, dibe ku ev pêvajo di asta tê xwestin de bi encam nebe.
 
Ji vî alî ve wezîfeyên girîng dikevin ser milê gel. Em dixwazin vê pêvajoyê bi ser bixînin. Em bawer dikin ku bi ser ketina vê pêvajoyê, dê gelek tiştan bi gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin. Têkildarî vê yekê çi teredut û fikara me nîne. Eger pêvajo bi ser bikeve, pêş bikeve dê her kes qezenc bike. Lê ji bo vê divê gel hîn bi bandortir bikeve dewrê.
 
Bê guman li her derê civînan lidar dixin, pêvajoyê vedibêjin. Lê divê ev hîn bêhtir were pêşxistin. Ne tenê girseya me yan jî girseya nêzî me; divê ji her kesê re, ji her beşên li Kurdistanê, beşên ji dervey me; eşîran, partiyên cuda re ev pêvajo were behskirin. Ji ber ku her kes wê ji vê pêvajoyê qezenc bike. Heke pirsgirêk çareser bû, Tirkiye demokratîk bû û pirsgirêka Kurd hate çareserkirin her kes wê qezenc bike. Dîsa li Tirkiyeyê wê her kes qezenc bike.
 
Niha sedemê hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê; pirsgirêka demokrasiyê, pirsgirêka kedê, pirsgirêka bêkariyê, pirsgirêka ekonomiye jî, nebûyîna demokrasiyê ya li ser esasê neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Divê kesên dibêjin, ‘demokrasî nîne’, vê bibînin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, pirsgirêka esas neyê çareserkirin demokrasî nayê Tirkiyeyê.
 
DIVÊ HER KES BÊYÎ KU LI BENDÊ BIMÎNE XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE
 
Ji vî alî ve divê dostên me yên li cîhanê jî bi vê zanebûnê têbikoşin, biçin her beşê li Kurdistanê û divê tenê bi civînan sînordar nemînin. Meş û mitîng li ser esasê demokrasiyê dikarin bên kirin. Divê daxwaz û xwestekên gel bi dengek hîn bilindtir, bên vegotin. Li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê divê xwedî li vê derkevin. Temaşekirin nabe. Heke hêzên sosyalîst demokrasî û azadiyê dixwazin, divê ji bo pêşketina vê pêvajoyê hewldana pêwîst nîşan bidin.
 
Ji vî alî ve hewldanek heye, lê divê ev hewldan were zêdekirin. Ev pêvajo bi serê xwe pêş nakeve. Yan jî bi gotina ‘ev pêvajo baş e’, berpirsyarî nayê bicihanîn. Ji vî alî ve divê her kes bêyî ku li bendê bimîne, bêyî ku temaşe bike, bêyî ku bêje çi diqewime û wê çawa bibe, xwedî li vê pêvajoyê derkeve, têbikoşe û pêdiviyan bi cih bîne.
 
GIRÊDANA DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ YA BI PIRSGIRÊKA KURD RE, PIR ZÊDE YE
 
Me berê jî destnîşan kir ku ev zextên li ser CHP’ê ne rast in, ji bo pêşketina pêvajoyê tevkariyê nake; dîsa em di heman fikrî de ne. Lê ev jî rastiyek e. Divê muxalîf jî vê rastiyê bizanin. Em niha helbet nêzîkatiyên CHP’ê erênî dibînin. Jixwe beşdarî komîsyonê jî bûn, diyar kirin ku wê piştgirî bidin. Hetta ji bo ku ev komîsyon li ser esasê demokratîkbûnê bixebite jî, îradeyek nîşan dan. Evane erênî ne. Lê em dixwazin vê bi taybetî destnîşan bikin; erê, li Tirkiyeyê pirsgirêkên antî-demokratîk hene, Tirkiye demokratîk nebûye. Ev ne pirsgirêka îro jî ye. Pirsgirêka demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê, pirsgirêkek sedsalî ye. Sed sal in gelê Kurd, sosyalîst, hêzên demokratîk, civakên ku ji ber baweriya xwe rû bi rûyê zextê dimînin timî ji bo demokrasiyê têkoşiyan. Yanî ev pirsgirêkek dîrokî ya Komara Tirkiyeyê ye.
 
Ji vî alî ve eger em bêjin pêkanînên antî-demokratîk; bingehê vê yê dîrokî û sosyolojik heye. Girêdana wê bi pirsgirêka Kurd re pir zêde ye. Girêdana wê ya bi azadiya baweriyê ya Elewiyan re pir zêde ye. Ji vî alî ve li ser CHP’ê zext heye, girtin heye. Evane hemû nêzîkatiyên antî-demokratîk in.
 
Ev cuda ye. Li her dere di şaredariyê de nelirêtî, ev û falan tişt çêdibin. Tiştên li CHP’ê tên kirin, ne têkildarî vê yekê ne. Operasyonên ku vê derbas dikin û xwedî armancên cuda. Evane vekirî ne, her kes van nîqaş dike. Lê niha rêya tunebûna pirsgirêkên bi vî rengî, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ev jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de derbas dibe. Tu dê çareseriya pirsgirêka Kurd nexwazî, li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd bî; piştre jî tu dê qala demokratîkbûn yan jî van pêkanînên antî-demokratîk bikî. Wê demê tu ne samîmî yî. Ji ber ku çavkaniya pêkanînên antî-demokratîk, neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Her kes dê vê wisa bizane. Eger pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye wê ji van pêkanînên antî-demokratîk rizgar bibe. Mijarên ku îro tên gilîkirin, wê ji holê rabin.
 
Siyasetmedar wê vê bibîne. Siyasetmedar wê hinekî bi sosyolojiya siyasetê lê binêre. Wê bibîne ku pirsgirêkên heyî çawa bandorê li siyasetê dike. Wê demê dê girêdana rewşên diqewimin a bi pirsgirêkên bi kok ên heyî re derxîne holê. Ji vî alî ve muxalefet divê bi gotina ‘li wir ew zextê dike, ev zextê dike’ sar nêzî pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo û Tevgera me ve tê destekkirin, nebe. Eger bi wan hincetan nerênî nêzî vê pêvajoyê bibin yan jî desteka pêwîst neyê dayîn, herî zêde wê ew bi xwe bikevin kêmasiyê. Wê bi gotinên xwe re bikevin nakokiyê. Wê bi rexneyên xwe re bikevin nakokiyê.
 
Ji vî alî ve beşekî girîng ê muxalefetê tevkariyê li pêvajoyê dike, piştgirî dide. Lê divê ev piştgirî hîn zêdetir bibe.
 
EWLEHIYA TIRKIYEYÊ BI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD PÊKAN E
 
Li aliyê din hin kesên xwe weke muxalefet pênase dikin, kesên ku dibêjin, ‘em wisa li dijî emperyalîzmê ne, wisa li dijî Îsraîlê ne, nizanim em li dijî vê ne, li ser Tirkiyeyê lîstokek wisa heye’ nizanin li Tirkiyeyê mijara ku ewlehiya Tirkiyeyê mîsoger bike çiye, ewlehiya Tirkiyeyê nafikirin. Ewlehiya Tirkiyeyê bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e. Bi înkarkirina Kurdan, tune hesibandina wan û bi şer kirina li dijî wan ti kes nikare ewlehiya Tirkiyeyê mîsoger bike. Berevajî, ewlehiya Tirkiyeyê wê bavêje xeteriyê. Ji vî alî ve Rêber Apo timî di tevahiya dîrokê de peywendiyên Kurd-Tirk nîşan daye.
 
GELO HEKE KURDÊN LI TIRKIYEYÊ XWIŞK-BIRA BIN, KURDÊN LI SÛRIYEYÊ NE XWIŞK-BIRA NE?
 
 Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye. Rêber Apo ji vê re got, ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’, ‘Demokratîkbûna Tirkiyeyê’. Ji bo vê jî pêdivî bi guhertineke zihnî, bi guhertineke feraseta siyasî heye.
 
Ev vekirî ye; Devlet Bahçelî yê ku heta duh digot, ‘Bila DEM Partî were girtin, zagona bingehîn were girtin, bila derbarê Kurdan her cure pêkanîn were kirin’, eger gavekê bavêje û behsa xwişk-biratiya Tirk-Kurdan bike, wê demê divê feraseta siyasî were guhertin. Divê bi feraseta salek berê, liv û tevger çênebe. Divê bi feraseta salek berê nêzîkatî li hemberî Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê neyê raberkirin. Niha li Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye, ji bo vê hikûmet jî dewlet jî divê gefan li Rojava nexwin, bi rastî jî ev ters e. Madem ku behsa xwişk-biratiya Kurd-Tirkan tê kirin, wê demê Kurdan li Sûriyeyê ne xwişk-bira ne? Wê demê divê nêzikatiya li hemberî wan xwişk-birayan jî rast be. Divê nêzîkatiyeke xwişk-biratî were raberkirin.
 
Dibêjin Mîsaq-i Millî; di nava Mîsaq-i Millî de Mûsil-Kerkûk jî hebû, qada Kurdan a bi navê Rojava, rojavayê Kurdistanê jî hebû. Niha tu hem ewqasê behsa Mîsaq-i Millî bike, lê dijmintiyê li Kurdan bike. Ev nêzikatiyek ne rast e. Ji vî alî ve divê nêzikatiya li Sûriyeyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî Kurdên li Rojava rast be. Divê wisa tehdîtwarî nebe. Hetta ji bo ku Kurd li Sûriyeyê bigihijin azadiya xwe, piştgiriyê bidin. Nêzîkatiya rast ev e, nêzîkatiya ku bi Tirkiyeyê bide qezenckirin ev e.”
 

Sernavên din

13:27 Civîna duyemîn a komîsyonê dê ji çapemeniyê re girtî be
13:26 Rojnamegerê Beluc hate girtin
13:17 Li Hindistanê lehî rabû: 14 kes mirin, 100 kes winda ne
12:28 Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Li Sûriyeyê em bi diyalogê re ne
11:45 Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar
11:35 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajo û komîsyonê’ civiya
11:33 Gef li belavkarê rojnameyê xwarin û sîxûrî ferz kirin
11:23 Encamnameya PM’a DBP’ê: Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya jiyaneke aştiyane ye
11:00 Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe
10:39 Çeteleya JINNEWS’ê: 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî bi awayekî guman mirin
10:35 Lubnanê biryara ‘tesfiyekirina hêzên çekdar’ da
10:18 Di salvegera 80’emîn de kesên li Hîroşîmayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
09:57 Li 20 bajaran dê baran bibare
09:27 Berdana girtiya 68 salî ya protez di çokên wê de heye bi hinceta 'werzîş nekiriye' hat taloqkirin
09:00 Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin
09:00 'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'
09:00 Dixwazin li nava zeviyên findiqan sondaja madenê çêkin
09:00 ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN
05/08/2025
20:34 Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike
20:23 Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir
20:02 Ji AYM'ê der barê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirin
17:13 Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
17:08 Ji ÎHD’ê rapora 2024’an: Herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin
16:40 Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin
16:35 Li Elkê şewat derket
16:34 Li Îranê 30 girtî hatin darvekirin
16:06 Wesayîta karkerên demsalî qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:05 Li Mugla û Aydinê şewat derket
16:00 Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê
15:38 Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc didome
15:37 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê di pêvajoyên biryardayînê de rêveberiyên xwecihî jî hebin
14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin