NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îranê Dadgeha Şoreşê, 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd Nasir Hemetî.
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku nivîskar û helbestvanê Kurd Nasir Hemetî yê xelkê bajarokê Abdanan ya ser bi parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îlamê ve bi 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.
Di Kanûna 2019’an de Nasir Hemetî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û di Hezîrana 2021’an de bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ bi 3 sal cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.