AMED - Hevserokên DBP'yî Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir çûn serdana Veysî Aktaş ê ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê serbest hat berdan.
Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayin çûn serdana Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û piştî 31 sal û 3 mehan serbest hat berdan. Di serdanê de ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê pêk hat, hevserokan parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, endamên Komîteya Rêveberiya Navendî (MYK) û endamên Meclisa Partiyê (PM) tevlî bûn.
Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir silav dan Aktaş û malbata wî. Piştî silavdanê, ji çapemeniyê re girtî dewam kir.