Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin

  • cîhan
  • 21:24 26 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs di 102'yemîn salvegera Peymana Lozanê de banga yekîtiya neteweyî li hemû partî, sazî û kesayetên kurd kir û got: "Werin em hemû di konferanseke neteweyî de bibin yek û stratejiyeke hevbeş ava bikin."
 
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di meşa protestoyî û mîtinga bi munasebeta 102’yemîn salvegera Peymana Lozanê ya bi pêşengiya 17 tevgerên Kurdistanî li bajarê Lozanê ya Swîsreyê hat lidarxistin de danezan ragihand. Danezan ji aliyê Hevserok Ahmet Karamûs ve hat xwendin.
 
KNK’ê bal kişand ser geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê û banga yekîtîya neteweyî li partî, rêxistin, sazî, kesayet û hemû Kurdistaniyan kir. Di danezanê de hat diyarkirin ku parçebûna ji ber Peymana Lozanê hîn jî didome û bi bîr xist ku ev statûko li pêşiya aştî û çareseriya herêmê asteng e. KNK’ê li ser geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê jî destnîşan kir ku gelê Kurd hîn jî berdêlên giran dide û û got. “Heta ku ev statûko neguhere wê dayina berdêlan bidomin.”
 
Danezana KNK’ê bi vî rengî ye:
 
“Niha em li Lozanê ne. Di 102’emîn salgera Peymana Lozanê de em dibînin rewşek nû li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn heye. Ev nêzîkî du salan e şerek berfireh li herêmê çêdibe. Kurdistan jî di nava vî şerî de dimîne. Statûkoya ku bi Peymana Sykes - Pîcot û bi Peymana Lozanê li herma Rojhilata Navîn hatî avakirin, têkçûye û têkdiçe. Nexşeya Rojhilata Navîn ber bi guhertinê ve diçe. Ev statûkoya sed sal berê hatî avakirin, ji pirs û pirsgirêkên gelên herêmê re nebû çareserî. Bileks ev statûko bixwe bû sedemên pirs û pirsgirêkan. Ev sed sal in ji ber vê statûkoyê, li herêma Rojhilata Navîn nakokî, şer û pevçûn hene û xwîn diherike. Xwîna herî zêde jî, li Kurdistanê herikiye û bedelê mezin jî me Kurd û Kurdistaniyan daye û heta ev statûko neyê guhertin wê heman bedel bêne dayîn.
 
ÇARESERIYA LI BAKUR ÇARESERIYA HEMÛ KURDISTANÊ YE
 
Li Bakurê Kurdistanê ev neh meh in pêvajoyek ya çareseriyê, bi dewleta Tirk re tê meşandin. Heta niha ev pêvajo pir bi hêdî hêdî meșiya û gavên mezin ji aliyê Kurdan ve hatin avêtin. Aliyê Kurd di vê meseleyê de samîmiye û dixwaze vê pirsgirêkê bi rêya aștî û demokrasiyê çareser bike. Niha ev pêvajo ber bi merheleyek nû ve diçe. Ji bo pêşxistina pêvajoyê li parlamentoya Turkiyeyê komîsyonek tê avakirin. Rayedarên dewleta Tirk dibêjin em ê vê mesleyê bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê heta niha projeya wan diyar nebûye. Ev pêvajoyek gelek girîng û hesas e û hemû Kurdan eleqedar dike. Bi dilxweşî em dibînin hemû hêzên sereke yên Kurdistanê vê pêvajoyê destek dikin. Çareseriya li Bakur di heman demê de çareseriya hemû Kurdistanê ye. Ji bo ev pêvajo bi çareseriyek adilane encam bide, divê em hemû Kurdistanî ji hemû deman zêdetir di nava danûstandin û diyalogê de bin.
 
DIVÊ STATÛYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ PARASTIN
 
Li Başûrê Kurdistanê ev 34 sal in statûyek heye û ev statû ji sala 2004’an vir ve fermî ye, destûrî ye û statûyek federalî ye. Divê ev statû ji aliyê hemû Kurdistaniyan ve bê parastin. Ligel vê rewșê jî di serî de deverên Maddeya 140’an, gelek pirs û pirgirêk hene û heta niha nehatine çareserkirin. Hikumeta Bexdayê, gelek caran bi sedem û hincetên biçûk, ji Herêma Kurdistanê re pirsgirêkan derdixe. Meseleyên aborî û parvekirina butçeyê herdem dibin pirs û pirsgirêk. Ev nêzîkî meheke ji deverên aliyê hikumeta Bexdayê ve li ser Herêmê êrîşên dronan çêdibin. Hikumeta Bexdayê heta niha di vî warî de, helwestek weke tê xwestin negirtiye. Li aliyê din hêzên Kurdî jî di navxwe de gelek nakok in. Zêdetirî neh meh in hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çêbûne, lê heta niha hikumet pêknehatiye û serokê herêmê nehatiye hilbijartin. Ev rewş bi giştî li ser destketiyên herêmê metirsiyan çêdike. Divê em di nava xwe de yek bin da ku em bikarin van pirsgirêkan rojekî zûtir çareser bikin.
 
LI SÛRIYEYÊ GEF Û ALOZÎ DIDOME
 
Niha li Sûriyeyê rewşek nû heye. 7 meh beriya niha rejîma Baesê têkçû û Şam kete destê hêzên Îslamî. Bi desthilata Şamê re şer rawestandinek heye û bi rêya diyalogê lêgerînên çareseriyê hene. 10’ê Adara 2025’an de peymanek bi desthilata Şamê re hate îmzekirin. Ji bo çareseriyê niha hevdîtin hene. Lê rewșa Sûriyeyê bi giştî aloz e û ne diyar e wê paşeroja Sûriyeyê çi be û wê çi bibe. Desthilata nû ya Şamê pêșî êrîşî Elewiyan kir û li devera Lazkiyê komkujî pêkanîn. Niha jî êrîşî Durziyan dikin. Jixwe bawermendên Mesîhî ji roja pêşî ve dibin zextekî mezin de ne. Ev desthilat li şûna çareseriyê bi xwe re bîne, ji roja pêșî ve bûye bingeha pirs û pirsgirêkan. Desthilata Șamê eger imkan û derfetan bi dest bixe, heman muameleyê wê li gelê Kurd û deverên Rêveberiya Xweser jî bike. Ev rewşeke xeternake û divê em hemû Kurdistanî li ser vê rewșê hişyar bin. Divê di serî de em hewl bidin pirs û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê divê em parastina xwe xurt bikin da ku kes nikaribe êrîşî destketiyên me bikin. Parastina Rêveberiya Xweser parastina Kurdistanê ye. Mesele tenê bi Kurdan re ne sînordar e, divê Sûriyeyek demokratîk bê avakirin û di nava vê Sûriyeya demokratîk de mafê Asûrî-Suryanî- Kildanî, Elewî, Durzî, Mesîhî, Êzidî û hemû pêkhateyan bê misogerkirin.
 
ZILMA LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ DIDOME
 
Rojhilatê Kurdistanê bi nufûs û erdnîgariya xwe parçeyê duyemîn mezin ê Kurdistanê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê, gelê me ji hemû mafên xwe yên çandî, etnîkî û xwerêvebirinê bêpar in, zext û êrîșên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewam in. Îran bi xwe, ev demeke di nava şerê Rojhilata Navîn de ye. Îran bi giştî ber bi guhertînekî ve diçe. Ev rewş bandorekî mezin li ser Rojhilata Kurdistanê jî dike. Rojhilat ji bo me Kurdan bûye rojeveke sereke. Di serî de hêzên Rojhilatê Kurdistanê û hemû Kurd, divê vê rewşê baş bişopînin û ji hemû pêşketinan re amade bin. Di serî de KNK, hinek hêz û kesayetên Rojhilatî, ev demek dirêje hewl didin hemû partî, rêxistin û hêzên Rojhilat bînin ba hev û di bin sîwanekê de kom bikin. Divê ev hewldan di vê demê de bê xurtkirin û di encamê de platformekî hevbeş a Rojhilatê Kurdistanê bê avakirin. 
 
Ev rewşa hesas û hestyar, wezîfeya me jî diyar dike. Divê em hemû Kurd û Kurdistanî zûtirîn demê de kom bibin û gorî vê rewşê helwest bigrin. Du sal pêş niha bi munasebeta 100’emîn salvegera Peymana Lozanê, nûnerên hemû Kurdistanê li vî bajarî kombûn û biryara komkirina Konferasekî Neteweyî dan. Niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi yekîtî û yekdengiya di nav mala Kurd û Kurdistaniyan de heye.
 
DIVÊ STRATEJIYEKE HEVBEŞ BÊ AVAKIRIN
 
Ji bo vê yekê, di 102’emîn salvegera Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê, em careke din bang li hemû partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî û hemû gelê Kurdistanê dikin, werin em bi hev re di Konferanseke Neteweyî de kom bibin û stratejiyek hevbeş pêkbînin. Em weke KNK’ê amade ne ku malovaniya vê konferansê bikin û em ê hewladanên xwe yên di vî warî de zêdetir bikin.
 
BANGA JI BO NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û SAZIYÊN NAVTEWEYÎ
 
Bi vê munasebetê li bajarê Lozanê, careke din em bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, hemû sazî û dezgehên navnetweyî û hêzên Cihanî dikin ku dengê Kurd û Kurdistaniyan bibihîsin û neheqiya sed sal berê li vî bajarî li gelên Kurdistanê hatî kirin sererast bikin û piștgiriya mafên rewa yên gelên Kurdistanê bikin. Her wiha em bang raya giştî ya demokratîk û aştîxwaz a Cihanî û dostên gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoya hesas de weke xwedî li berxwedana Kobanê derkevin, werin em hev re bimeşîn û aştî azadiyê pêkbînin.

Sernavên din

09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
24/07/2025
16:38 Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû
16:12 Ciwanên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanê didin
15:50 Li Girtîgeha Exlatê êriş li dijî girtiyan pêk hat
15:49 GOÇ-DER: Em dixwazin di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin de cih bigirin
15:21 Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin
09:12 Nexweşxaneyê tenê cihê kar ê kesê ku destdirêjî kir guherand
09:07 Dilbihar: Azadiya kurdî xeta me ya sor e
09:04 Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
08:33 Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da
22/07/2025
22:24 CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin