QERS - Li navçeya Dîgorê, Mala Muze û Çanda Qazî Mihemed hate vekirin.
Li gundê Mewrekê yê navçeya Dîgorê ya Qersê, ji bo bîranîna pêşengê damezirîner ê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin. Gelek kesan di çalakiya vekirina Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed ku siyasetmedar Mahmût Alinak zêdetirî saleke xebatên wê dimeşand de cih girtin. Rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarên Qaxizmanê Guner Hatay û Mehmet Alkan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Şaredarê Pazarcixê Husnu Anci, çîrokbêj Ayhan Erkmen û gelek kes tev li bûn.
Hevşaredar Guner Hatay diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî de ne û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo tevahiya Kurdistanê rêya aştiyê vekir. Hêvîdarim êdî tenê aştî hebe. Hêvîdarim li gel zarokên xwe li her çar parçeyên Kurdistanê wekhev bijîn.” Hevserokê DEM Partiyê yê Qersê Ramazan Erkmen jî di serî de kesên di “Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan” de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û got: “Mîna muzeya îro hatiye vekirin, divê em xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin. Pêvajoyeke nû dest pê kir. Divê hemû saziyên Kurd xwedî lê derkevin.”
Piştre jî Çîrokbêj Ayhan Erkmen, helbesta Qazî Mihemed a “Kurdistan yek parçe ye” xwend.
‘DENGÊ QAZÎ MIHEMED LI SERHEDÊ BILIND DIBE’
Siyasetmedar Mahmût Alinak jî diyar kir ku dengê Qazî Mihemed li Serhedê bilind dibe û got: “Di heman demê de li vir ala reş li ba dibe. Ev der mala şînê ya Kurdistanê ye. Ev der, mala şînê ya Koçgirî, Geliyê Zîlan, Çiyayê Agiriyê, Roboskê û Jêrzemînên Cizîrê ye. Ji bo şehîdên Kurdistan û cîhanê mala şînê ye. Lewma ev der bibe ziyaretgeha me. Kurdistan kengî azad bibe, wê rojê dê ev ala reş bê daxistin û li şûna wê rengên kesk, sor û zer bên li ba kirin.”
Piştî axaftinan muze hate vekirin û beşdar li hundirê wê geriyan.