STENBOL - Welatiyên Stenbolê têkildarî merasîma îmhakirina çekan axivîn û gotin: “Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da. Piştî banga Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de jî Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de li Şiklefta Casenê ya bajarê Silêmaniyeyê merasîma şewitandina çekan li dar xist û çekên xwe îmha kir. Welatiyên Stenbolê yên tev li civînên gel bûn, têkildarî merasîmê axivîn.
Ji welatiyan Medîha Înce, got: “Ev merasîm li pêş çavên hemû cîhanê li dar xistin. Dema min dengê Abdullah Ocalan bihîstî, axaftinên wî yên berê hatin bîra min. Min ciwantiya wî hîs kir, dengê wî qet neguheriye. Ji ber ku pêvajoya aştiyê daye destpêkirin, spasiya Abdullah Ocalan dikim. Îradeya wî pir mezin e. Di nava çar dîwaran de ji bo gelê xwe pir mezin li ber xwe da. Dewleta Tirk heta niha jî seknekî jêbawer raber nekiriye. Cenazeyên zarokên me xist kartonan û bi postayê şand. Gorên şehîdên me texrîb kir, hestî di bin payerêyan de veşart. Şehîdên me li pişt wesayîtên zirxî girêdan û li kolanan kaş kirin. Me tevek dîtin. Ev destkeftiyên heyî jî encama xwîna şehîdan e. Hêvîdarim gelên cîhanê bêhtir bihestiyar nêz bibin.”
‘OCALAN, FIKARAN JI HOLÊ RADIKE’
Kerem Kartal jî got: “Dema merasîm temaşe kirî hestiyar bûm. Em tevek heman fikarê dijîn. Ji ber tecrubeyên berê bêbaweriyek heye. Lêbelê ji ber birêz Ocalan pêşengtiya vî karî dike, ev fikarên me ji holê radibin. Em heta dawiyê ji nexşerêya birêz Ocalan bawerin. Hêvîdarim bibe wesîleya aştî û azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.”
‘EV PÊVAJO JI BO TIRKIYEYÊ FIRSEND E’
Ridvan Karataş jî ev tişt anî ziman: “Em tevek bi dîmenên Abdullah Ocalan pir keyfxwşe bûn. Bangên wî yên têkildarî çekberdanê û destpêkirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk pir watedar bûn. Ev pêvajo, ji bo gelên Tirkiyeyê firsend e. Niha li her dera cîhanê şer hene. Ya ku dê hizûrê pêk bîne jî paradîgmaya Rêbertiyê ye. Rêya xelasiya me Kurdan jî paradîgmaya Rêbertiyê ye. Têkoşîna Kurdan a li dijî faşîzmê her dem domiya. Ji bo aştiyê hêviyên me hene. Hêvîdarim hemû gel bikevin nava vê pêvajoyê. PKK’ê 47 salan bi bedelên giran şer kir. Ya ku ev aştî pêk anî jî hebûna hevalan bû. Dema me serê sibehê ew dîmen dîtin em gelek kelecan bûn. Lêbelê PKK’ê jî hebûna xwe bi dawî kir. PKK fikrek e. Dibe ku ji hêla sembolî ve bi dawî bibe lê di dil, fikir û ramanên me de dê her tim bijî.”
MA / Melîk Çelîk