ENQERE – Rêvebira Meclisa DEM Partiyê Salîha Aydenîz diyar kir ku şewata çekan “destpêka têkoşîneke nû ye” û divê gavên ji bo temînata perwerdehiya bi zimanê dayikê, xurtkirina rêveberiyên herêmî, wekheviya hemwelatîbûnê bên avêtin.
Banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 9’ê Tîrmehê de hate weşandin. Ocalan, di bangê de wiha destnîşan kir: “Qonaxa em gihiştinê me neçar dike ku bi gavên nû re em bikevin nava pratîkê. Ez ne bi hêza çekê lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Û bang li we jî dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê.” Piştî bangê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li çolterê bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê merasîmeke şewitandina çekan li dar xist.
‘DESTPÊKA TÊKOŞÎNEKE NÛ YE’
Rêvebira Meclisa DEM Partiyê Salîha Aydenîz, têkildarê gavên hewce yên pêjerojê de wiha axivî: “Ji bo gelê Kurd Newroz çi be, ev merasim jî di heman wateyê de ye. Şewata çekan gav û biryara têkoşîneke nû ya gelê Kurd e.”
Salîha Aydenîzê ev tişt got: “Bi merasîmê ve gaveke dîrokî hate avêtin. Ev gava dîrokî, pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê di xwe de wedihewîne. Di heman demê de ji bo pêjeroja Rojhilata Navîn jî gaveke girîng e. Lewra perspektîfa ku hate pêşkêşkirin, di esasê xwe de ji bo rêvebirina Rojhilata Navîn, şêwe girtina Rojhilata navîn perspektîfeke alternatif e. Ji ber vê yekê ev gav ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, herwiha gaveke ji bo çareseriya qeyranên Rojhilata Navîn e jî.”
‘BERPIRSIYARÎ DIKEVE PARA HEMÛ CIVAKÊ’
Salîha Aydenîzê bal kişand ser “entegrasyona demokratîk” û “gavên qanûnî” yên di metna daxuyaniya merasîmê de û wiha pê de çû: “Hewldanek ji bo avakirina komîsyona Meclisê heye. Ji bo bi tevahî çek bên danîn divê dewlet gav biavêje. Herwiha ji bo entegrasyonê divê temînatên destûra bingehîn û guhertinên qanûnî bên kirin. Berpirsiyarî dikeve para hemû partiyên li Meclisê û hemû civakê.”
SIYASETA DEMOKRATÎK
Salîha Aydenîz, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser “siyaset demokratîk” a di banga Ocalan û PKK’ê de û wiha rave kir: “Ji bo kesên ku ev biryar dane divê gavên destûra bingehîn a bê avêtin da ku pêşiya wan a siyaseta demokratîk vebe. Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin gaveke siyaseta demokratîk e. Ji bo demokratbûna Tirkiyeyê divê gav bên avêtin. Gavên ji bo temînata perwerdehiya bi zimanê dayikê, xurtkirina rêveberiyên herêmî, wekheviya hemwelatîbûnê divê bên avêtin.”
ZIMANÊ PÊVAJOYÊ
Salîha Aydenîzê, destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê desthilat hay ji zimanê xwe hebe û got: “Hinek kes di weşanên televîzyonê de dixwazin mijarê bi cihekî din ve gire bidin. Ji bo hevrejiyanek li Tirkiyeya demokratîk divê zimanek bi berpisiyarî bê avakirin.”
‘PKK BI BIRYAR E’
Salîha Aydenîzê, rave kir ku PKK jidil e û bibiryar e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jinek bi nasnemeya xwe ya Elewî û Kurdî li wir beşdarî merasîmê bû. Ev nîşaneya wêrekî û jidilbûnê ye. Divê dewlet, desthilat û civaka Tirkiyeyê vê yêkê wiha bibîne.”