NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji bo merasîma şewitandina çekan got “Cihê dilxweşiyê ye” û ev tişt anî ziman: “Aştiyeke tam, bi cîbicîkirina edalet û demokrasiyê pêkan e. Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibryar bê birêvebirin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, têkildarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da. Ozel, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtl got: “Partiya me bi aştiyê re ye.”
Ozel, anî ziman ku wan şewitandina çekan “bi dilxweşî” pêşwazî kirine û got: “Di serî de rehmetî Sirri Sureyya Onder, em spasiya hemû siyasî û rayedarên ji bo pêvajo bigihije vê qonaxê ked dayîne dikin. Hêvîdarin ku ev gav bibe destpêka serdema bi temamî bêdengbûna çekan. Divê ev pêvajo; bêyî ku tu partî, derdorên civakî li derve bên hiştin û bêyî ku ji gel tiştek were veşartin, hewceye di bin sîwana Meclisê de, mutebeqeta civakî esas were girtin û bi gavên lez û bibiryar were birêvebirin.”
Ozel, got: “Aştiyeke tam a Tirkiyeyê, tenê bi cîbicîkirina edalet û demokrasiyê pêkan e. Rewşeke ku li şûna şaredaran qeyûm tên tayînkirin, lêpirsînên ku têketina Kurdan a meclisên şaredariyan sûc dibîne, siyasetmedarên hilbijartî bi rêbazên derhiqûqî tên girtin û hevrikiya demokratîk tê seqetkirin, mezintirîn dijminê aştiyê ye û astengiya herî mezin a li pêşiya xurtkirina eniya navxweyî ye. Pêdiviya welatê me; Tirkiyeya Bêteror û Demokratîk e. Ji bo refahê aştî, ji bo aştiyê yekitî, ji bo yekitiyê demokrasî û edalet pêwîst e. Ji bo pêşerojeke hevpar, ji bo ji aştiyê re sûdewer bin em ê bi biryardarî têbikoşin.”