NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 290’an de bi manşeta “Wa Ocalan sey Mandela serbest bo” derket.
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 290’an de bi manşeta “Wa Ocalan sey Mandela serbest bo” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de cih daye hevpeyvîna bi nivîskar Mehmet Karakuş re. Karakuş, tîne ziman ku ji bo domandina pêvajoyê divê dewlet, teqez rê li ber azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veke da ku Abdullah Ocalan bikare banga xwe ya 27ê Sibatê bi cih bîne.
Rojname, vê hefteyê ji mijarên jinê heta siyaset, polîtîka û civakê bi gelek mijarên balkêş derketiyê pêşberî xwînerên xwe. Herwiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Mizgîn Ronak, Bahar Peker, Lêl Amed, Feratê Dengizî, Arslan Ozdemîr, Felemez Ulug, Serdar Altan, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Ahmet Aktaş, Aramê Elegezê, Mehmet Olmez, Ehmedê Bira, Kewê Redkan, Hogir Berbir, Veysî Varli û Rohat Bulut bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.