NAVENDA NÛÇEYAN - CHP’ê, piştî operasyonên li dijî şaredariyan, bang li hemû şaredarên xwe kir ku bên Enqereyê.
Operasyonên li dijî şaredariyên CHP’î berdewam in. CHP’ê biryareke nû da û bang li hemû şaredarên xwe kir ku di 10’ê Tîrmehê de bên Enqereyê.