ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di serdana CHP’ê de axivî û têkildarî operasyonan got: “Derbeyeke li dijî îradeya gel e. Em weke berdewama feraseta qeyûm dibînin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (DHP). Piştî hevdîtinê, bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re daxuyaniya hevpar hat dayin.
Di daxuyaniyê de ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî, bal kişand ser girtin û binçavkirin û got: “Derbeyeke li dijî vîna gel e.” Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku divê kesên hatin girtin û binçavkirin tavilê bên berdan û got: “Em van operasyonan, berdewama feraseta qeyûm dibînin. Bawerim li Tirkiyeyê herî zêde em vê mijarê fêm dikin. 3 serdeman li şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin. Em dibînin ku awayên cuda yên zîhniyeta qeyûm didomin. Bi taybet jî dixwazim bibêjim ku ev operasyon, operasyoneke siyasî ye. Nexwe heke îdiayeke nelirêtiyê hebe, heke di vê mijarê de di destê wan de delîl hebin, dikarin hinek lêpirsînan bidin destpêkirin.”
BILA ŞAREDARIYÊN QEYÛM LÊ HATINE TAYÎNKIRIN BÊN LÊKOLÎNKIRIN
Tulay Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Teklîfa me ev e; bila komîsyonek were avakirin, daraza serbixwe bikeve dewrê û ne tenê şaredariyên muxalefetê, her wiha der heqê şaredariyên îktîdarê de jî lêpirsînê bide destpêkirin. Nexwe dê nekarin îspat bikin ku operasyonên siyasî nînin. Dixwazim vê jî lê zêde bikim; em pêşniyar dikin ku vê lêpirsînê der heqê şarededariyên qeyûm lê hatine tayînkirin jî bikin. Dema em li raporên Dîwana Çavdêriya Darayî dinêrin, dibînin ku qeyûman çiqas nelirêtî kirine.
MA DÊ AŞTIYÊ WIHA PÊK BÎNIN?
Îro em qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin. Em di erefa çareseriya pirsgirêka Kurd de ne. Di pêvajoyeke em qala aştiyê dikin û çek hatine bêdengkirin de em van meseleyan mijîl in û dibin şahidên van operasyonan. Mixabin ev yek li civaka Tirkiyeyê baş nayê. Em dibînin ku civaka Tirkiyeyê pirsên ma dê aştiya civakî wiha bibe, dê demokrasî wiha bibe, ma dê demokratîkbûn wiha bibe, dike. Bi taybet jî duh bi operasyona li dijî 3 şaredariyên bajarê mezin re asta van pirsan jî zêde bû.
ZIRARÊ DIDE PÊVAJOYÊ
Weke tê zanîn dê di nava çendek rojan de li Herêma Federe ya Kurdistanê merasîmeke berdana çekan pêk were. Zêdetirî 100 sal in li vî welatî pirsgirêkek heye û di dema çareseriya vê pirsgirêkê de em li ser operasyonan diaxivin. Ev yek, ziararê dide baweriya bi aştî û demokrasiyê û qels dike. Lewma em li vir careke din bang li zîhniyeta operasyonan dike dikin; divê pêşiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk neyê girtin. Ev operasyon zirarê didin vê pêvajoyê û divê dev jê berdin.
DIVÊ MUXALEFET LI DERVE NEYÊ HIŞTIN
Şaredar, ji hêla gel ve hatine hilbijartin û ev operasyon tenê nayên wateya girtina hevşaredarekî. Her wiha tunehesibandina tevahiya hilbijêr û dînamîkên wî bajarî ye. Tunehesibandina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Lewma divê tavilê dev ji van sepanên dij-demokratîk berdin. Mimkin nîne em qebûl bikin. Di demekê herêm dikele de girîng e ku em aştiya navxweyî pêk bînin. Em mecbûr in vê aştiyê tevî muxalefetê biaxivin. Pêvajoyeke aştî û demokratîkbûnê, bi dervehiştina muxalefetê mimkin nîne.
DIVÊ MUTEBEQETEKE CIVAKÎ HEBE
Rêya aştiya navxweyî û demokratîkbûna Tirkiyeyê, bi mutebeqeteke civakî ya herî berfireh e. Her kes dizane ku dema li dijî şaredariyan operasyon tên kirin de zemîna vê çênabe. Em careke din bang dikin, tavilê dev jî vî mejiyê van operasyonan dikin berdin. Bila hemû şaredar û kesên hilbijartî yên di van operasyonan de hatine girtin û binçavkirin bên berdan. Em careke din hestên xwe yên piştevaniyê parve dikin.”
OZEL: TEVAHIYA TAYÎNKIRINÊN QEYÛMAN SIYASÎ YE
Ozgur Ozel jî wiha got: “Wekî birêz serok jî got ev operasyonên siyasî ne. Birêz serok bi bîr xist, wan gelek ji qeyûman kişand. Bi qasî dinyayekê qeyûm tayîn kirin. Bawerim di serdema berê de ji bilî 4 heban, li tevahiya şaredariyên qezenc kiribûn qeyûm tayîn kirin. Tayyîp Beg wê demê derdiket pêşberî televîzyonan û digot ‘Ev pereyan ji rêxistina terorê re dişînin lewma hatine binçavkirin.’ Bawer bikin li vir mesele, êrişa lidijî mafê bijartinê ya hilbijêrên Kurd e. Niha ev pêvajo dest pê kir û Tayyîp Beg çi got, got ku dê sepana qeyûman îstîsnaî be. Ev tê wê wateyê ku tevahiya qeyûmên berê hatin tayînkirin, tayînên siyasî bûn.
NEKARÎN HILBIJÊRÊN XWE JÎ QANEH BIKIN
Heta nekarîne hilbijêrên xwe jî qaneh bikin. Niha li Anatoliyayê belav dikin û hewl didin bidin bawerkirin ku ev organîzasyoneke mezin e. Li vir Edene li gorî wan cihekî guncav bû. Li Semsûr û Edeneyê dibe ku berê hilbijêrên DEM Partiyê û me bidin hev. Heke DEM li dijî van operasyonan bertekê nîşan bidin dê li dijî DEM’ê û heke nîşan nede jî dê peyameke cuda bidin civaka Tirkiyeyê.”
'AŞTÎ BI DEMOKRATÎKBÛNÊ PÊKAN E’
Tulay Hatîmogûllari, pirsa rojnamegeran a “Gelo dê di hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya li Îmraliyê û ya bi Serokkomar Tayyîp Erdogan de zextên li ser CHP’ê bibin rojev an na?” wiha bersivand: “Îro kîjan partiya siyasî dibe bila bibe, heke rastî zextê were em li dijî vê ne. Îroj, armanca me ya esasî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Niha di destê Tirkiyeyê de firsendek heye û ji bo ev pêvajo ji dest neçe em bi şev û roj dixebitin. Pirsgirêka 100 salî ya Tirkiyeyê li ber çareserbûnê ye. Me di serî de got ku ji bo aştiyê divê demokrasî hebe. Veguherîna demokratîk bi aştiyê û aştî jî bi veguherîna demokratîk pêkan e. Bi kê re dibe bila bibe, di hevdîtinên xwe de me her tim helwesta xwe nîşan daye. Bêguman em li bendê ne ku di hevdîtinên sibê de ev operasyon bên rojevê.”