ENQERE - Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi îdiaya ku bi pîrozkirina Newrozê “tirs û qurf” belav kirine, cezayê hucreyê û qedexeya hevdîtinê li 6 girtiyên jin hate birîn.
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi hinceta ku 21’ê Adarê roja Newrozê pîroz kirine, cezayê disiplînê li 6 girtiyên jin hate birîn. Rojnameger Reyhan Hacioglû (di 13’ê Hezîranê de hate berdan) û Hîvîdar Aydin, Ayşe Duzen, Belma Nergîz, Felem Aker û Jiyan Alpsar bi boneya Newrozê xwestin agirekî sembolîk vêxin. Di vê çarçoveyê de bi rojan berê serî li rêveberiya girtîgehê dan lê demekî dirêj bersiva wan nehate dayin. Li ser vê yekê, girtiyan di 21’ê Adarê de agir bi parçeyeke rojnameyê xistin û pîrozbahî kirin. Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê jî du roj piştre der heqê wan de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin. Rêveberiya girtîgehê jî di 11’ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsînê de cezayên disiplînê yên cuda da girtiyan. Lijneyê, li du girtiyên jin cezayê hucreyê û li girtiyên din jî cezayê qedexeya hevdîtinê birî. Di biryara bihincet de jî îdiaya “rê li ber tirs û qurfê vekirin” hate nîşandan.
DADGERIYÊ ÎTÎRAZ RED KIR
Girtiyan, li dijî vê biryarê li Dadgeriya Înfazê îtîraz kirin. Dadgeriyê, di 13’ê Gulanê de ev îtîraz red kir. Der heqê heman girtiyan de, bi hinceta ku 8’ê Adarê pîroz kirine, lêpirsînên cuda hatibûn vekirin û ceza hatibûn dayin. Lêbelê îtîraza wan ji hêla dadgeriyê ve hatibû qetilkirin û cezayê wan hatibû rakirin.
DEM PARTIYÊ SERÎ LI ÎHÎK’Ê DA
Girtiyên jin, bi rêya parêzerên xwe serî li endamên Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) û wekîlên DEM Partiyê yên Wanê Mahmût Dîndar Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Gulderen Varliyê dan. Wekîlan jî hem mijar hem jî pirsgirêkên li girtîgehan xist rojeva Meclisê.
Wekîlên DEM Partiyî, diyar kirin ku deriyên hewşê zû tên girtin, ev rewşa dike ku girtî nekarin ji hewayî sûd bigirin û bandoreke yekser li ser rewşa fîzîkî û derûnî ya girtiyan dike. Bi domdarî hate gotin ku li kantînê tiştên weke mûçink, çaya gîhayan, pedên bi markên cuda, krema porê ya biqelîte û tiştên din ên ji bo jinan hewce nînin. DEM Partiyiyan di hinceta serlêdana xwe de jî wiha gotin: “Ev şert û merc nîşan didin ku girtiyên jin ne tenê ji mafên xwe yên sereke bêpar tên hiştin, her wiha bi zexta jiyaneke bêrûmet jî rû bi rû hatine hiştin.”
DAXWAZ
Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
“*Em dixwazin were lêkolînkirin ka hincetên cezayên disiplînê yên bi hinceta pîrozkirina 8’ê Adarê û 21’ê Adarê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê li girtiyên jin hatine birin çiqas li gorî normên mafên mirovan û pergala navxweyî ya girtîgehê ye.
* Bila ji Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê were xwestin bibêje ka çima daxwazên girtiyên jin qebûl nekiriye.
* Ji bo Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan di mijara cîbicîkirina pêdiviyên girtiyên jin de bêhtir hestiyar be, bila ji ji bo sererastkirinên qanûnî pêşniyar were kirin.
* Divê cureyên berhemên kantînê li gorî pêdiviyên taybet ên zayendê bên zêdekirin û were kontrolkirin ka bi rêk û pêk tên peydakirin an na.
* Em dixwazin were lêkolînkirin ka saetên derketina hewşê li gorî zanistê û krîterên maqûle yan na.
* Divê were kontrolkirin ka lijneyên disiplînê yên girtîgehan biryarên xwe li di çarçoveya rêgezên bêalîtî, bipîvan û rêzgirtina li dijî mafên sereke didin an na.
* Em dixwazin helwestên qedexeker ên sîstematîk ên li dijî nasnameyên çandî û baweriyê yên li girtîgehan jinûve bên nirxandin.
* Em dixwazin Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan tavilê pêşniyarqanûna bi dîroka 29/1/2025 a bi Hejmar 2/2887 E.’yê bigire rojeva xwe û li Lijneya Giştî ya TBMM’ê binirxîne.
* Bila serlêdana behsa xeberê ji Komîsyona Jêr a Lêkolînkirina Mafên Girtî û Hikûmxwaran re were şandin, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di cih de bên lêkolînkirin û têkildarî mijarê rapor were amadekirin.
* Dixwazin di dema lêkolîn, serdan û hemû xebatên amadekirina raporê de bi nivîskî bên agahdarkirin û rapora komîsyonê ya têkildarî nirxandin û tespîtan jî bi me re were parvekirin.”