MÛŞ - Midûra Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Mûşê Işik Akman, diyar kir ku ew ê “Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan” bixin meriyetê û xebatên wan ên ji bo jinên pirsgirêkên tundî û cihê mayînê dijîn jî didomin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 2024’an de Şaredariya Mûşê bi dest xist û projeyên xwe yên ji bo jinan yek bi yek dixe meriyetê. Şaredarî, projeyên ku jinan di qada cemaweriyê de bêhtir xuyanî dike û pêdiviyên jinan cîbicî dike dixe meriyetê. Xebatên ji bo cîbicîkirina çendek projeyên din jî didomin. Di nava salekê de şaredariyê projeyên “Navenda Bêhnvedanê Jinan”, “Mala Şînê ya Jinan” û “Midûriya Xizmetên Jin û Malbatê” xist meriyetê û niha jî ji bo cîbicîkirina projeyên “Meclisa Bajar a Jinan”, “Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan” û “Stargeha Lezgîn a Ewil” xebatên xwe didomîne.
Midûra Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Mûşê Işik Akman, diyar kir ku cara ewil e di bin sîwana şaredariyê de Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hatiye avakirin û got: “Bi vekirina vê midûriyetê re jin li bajar bêhtir xuyanî bûn. Gelek caran jin keyfxweşiya xwe ya ji vê rewşê nîşan didin. Dê xebatên me yên cuda û berfireh çêbibin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan, hewceye sedemên esasî bên tespîtkirin û alternatîf bên pêşkeşkirin. Di vê çarçoveyê de em bi jinan re hevdîtinên rû bi rû dikin. Dê xebatên me yên li qadê di demekî nêz de dest pê bikin. Em ê ji bo wan pirsgirêkan çareseriyan pêş bixin.”
'HER KES DIZANE KU STARGEH BI EWLE NÎNE’
Işik Akman, da zanîn ku jin rastî tundiyên piralî tên û mekanîzmayên serlêdanê têr nakin. Işik Akman, got: “Li bajar stargeheke jinan heye û divê navnîşana wê kesek pê nezane lê her kes dizane. Ev jî xetere ye. Kapasîteya wê jî têr nake. Lewma em dixwazin tavilê projeya ‘Stargeha Lezgin a Ewil’ bixin meriyetê. Hema hema her roj jin li vir rastî tundiyê tên û dema diçin stargehê jî faîl cihê wan dizanin. Carnan malbatên wan tên ser stargehê de digirin û direvînin. Ev xetereyeke mezin e.”
'LI PÊŞIYA ŞONÎM’Ê GEF LI JINAN TÊN XWARIN’
Bi domdarî Işik Akman diyar kir ku ji ber navnîşan tê zanîn, faîl diçin ber deriyê Navenda Pêşîlêgirtin û Şopandina Tundiyê (ŞONÎM) ya girêdayî Midûriyeta Bajar a Xizmetên Malbat û Civakî ya Mûşê û got: “Li vir gefan dixwin. Zanîna navnîşana stargehê xetere ye. Li cihên mîna Mûşê biçûk ev xetereye zêdetir e. Dema jin çareseriyê nebînin jî, ji neçarî vedigerin mala faîlê tundiyê dike. Ev rewş ji bo kêmasiyeke mezin e. Xebatên me yên ji bo parastina jin û zarokan didomin. Saziyên dewletê ji bo jinên rastî tundiyê hatin dîsa bişînin cem faîlan tişta ji dest tê dikin. Di biryarên tevdîrê de biryar ji bo şexs tê dayin û şexs neçare pêk bîne. Nexwe dê ceza lê were birîn. Lê li vir wisa nêz nabin. Biryarê didin lê ew biryar tê paşguhkirin. Ev rewş hem ji hêla aborî ve jinan mexdûr dike hem jî jinan neçar dike ku bi faîlan re bijîn.”
'PROJEYA STARGEHÊN LEZGÎN ÊN EWIL’
Di berdewama axaftina xwe de Işik Akman bi lêv kir ku ew xebatên xwe yên ji bo vekirina Navenda Şêwirmendiya Jinan didomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Jin tên hevdîtinan lê em nikarin li şaredariyê bi jinan re hevdîtinên hûr û kûr bikin. Dema navenda şêwirmendiyê hate avakirin, dê tevî pisporan bi jinan re hevdîtin bên kirin. Di mijara çareseriya pirsgirêkan de dê fikr û nêrînên pisporan baştir bin. Piştî vê navendê, em ê îcar ‘Xeta Alo Şîddet’ê vekin. Jin dê li ser wê xetê bi me re pêwendiyê deynin. Her wiha projeya me ya ‘Stargehên Lezgîn ên Ewil’ jî heye. Em ê di demekî nêz de bixin meriyetê. Ji bo jin ji hêla civakî, derûnî û aborî ve pêş bikevin, gelek projeyên me hene. Em hewl didin tevekan bi ser û ber bikin. Dê xebatên me yên ji bo jinan bidomin. Em ê derî bi derî bigerin û ji pirsgirêkên jinan re bibin çareserî. Dê projeyên me yên ji bo bajar bi fikra jinê were birêvebirin û xwedî gotin be bidomin.”
MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan