AMED - Elîf Kaymaz di 7’ê Hezîranê de li mala xwe ya li Sûrê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Di doza mirina Elîf Kaymazê de hevjînê wê Hudeyda Baran Alacabey hate girtin.
Elîf Kaymaz (28) ku li Taxa Cevat Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê dijiya, di 7’ê Hezîranê de li mala xwe kuştî hate dîtin. Di lêkolîna cihê bûyerê de aşkera bû ku Elîf Kaymazê ji ber çekê jiyana xwe ji dest daye.
Hevjînê Elîf Kaymazê Hudeyda Baran Alacabey ku mehra wan a olî heye, Elîf Kaymaz bi birîndarî ji malê derxist û bi alîkariya kesên li derdorê bir nexweşxaneyê. Elîf Kaymaz tevî mudaxileyê jî di heman rojê de jiyana xwe ji dest da. Komên Buroya Cînayetê ya Şaxa Midûriyeta Asayîşê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê li malê lêkolîn kirin û li cihê bûyerê 3 qalikên guleyan dîtin. Li ser gumanê, Alacabey hate binçavkirin û piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin. Piştre jî hate girtin.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Cenazeyê Elîf Kaymazê piştî otopsiyê li Goristana Yenîkoyê ya Rezanê hate definkirin.