Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye

  • rojane
  • 15:27 7 Hezîran 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de bi gel re civiya. Di çalakiya li Wanê de Pervîn Bûldan axivî û got, "Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan heye û em bi wî bawer in."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran cejna gel pîroz kir.
 
WAN 
 
Li Wanê rêvebirên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re cejn pîroz kirin. Pîrozbahiya cejnê ku li avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê pêk hat û di nav de endama Serokwekîla Meclisê ya DEM Partiyê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û gelek kes amade bûn.
 
Di serdanên cejnê de Hevserokê DBP'ê yê Wanê Cemal Demîr bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de hatiye kirin û got, "Banga Birêz Ocalan ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî wateyeke dîrokî ye. Bi vê pêvajoyê re têkoşîna gelê Kurd derbasî qonaxeke nû bûye. Divê hikûmet hêviyên gel pêk bîne. Divê dewlet xwedî li sozên xwe derkeve." Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt jî got, "Ev pêvajo dikare ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn rê li ber aştiyeke bi rûmet veke. Ji ber vê yekê divê her kes li banga Ocalan xwedî derkeve."
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan diyar kir ku ew hêvîdar in cejn rê li ber aştiyeke mayînde veke û wiha got: "Heta Birêz Ocalan û hemû hevalên me yên girtî azad bibin, têkoşîna me wê bidome. Gelê Kurd heta roja îro bedelên giran da, lê belê hebûna xwe jî mîsoger kiriye ku ji aliyê hemû cîhanê ve bê naskirin. Pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin wê rê li ber azadiya gelê me veke. Têkoşîna me ya li dijî qeyûman wê bidome. Em vîna vî gelî ne û em ê heta dawiyê di xizmeta gel de bin."
 
'EM BI BIRÊZ OCALAN BI BAWER IN'
 
Di dawiyê de Pervîn Bûldan axivî û wiha got: "Em ketine pêvajoyeke nû ku em hemû bi hêviyeke mezin xwe di nava xwe de dibînin. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' di nava mîlyonan mirovî de kelecan û hêviyek mezin ava kir. Di her hevdîtinê de ku me bi Birêz Ocalan re kir, ji me xwest ku em silavên wî yên taybet ji tevahiya gelê xwe re ragihînin. Bi vê wesîleyê silav û hezkirinên Birêz Ocalan ji gelê Wanê re radigînim. Di her hevdîtina me de destnîşan dikir ku em ê bi hêvî û coşeke mezin ji vê pêvajoyê derkevin. Di nîqaşên me de Birêz Ocalan hişyarî da û got, 'Ev aştî wê bibe aştiyeke bi rûmet. Ji bo tiştên dawî yên divê ewilî bên kirin, pêşiyê nede' Ji ber vê yekê divê gelê me xwe rehet hîs bike. Eger aştiyeke bi rûmet pêk neyê, ev aştî pêk nayê. Em di destpêka serdemeke nû de ne ku gelê Kurd tevî hemû gelan wê bigihêje azadiya xwe. Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan parçeyek ji vê pêvajoyê ye û em pê bawer in."
 
ÎZMÎR
 
Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê bi wesîleya Cejna Qurbanê li avahiya navendê bi welatiyan re hat gel hev û cejna wan pîroz kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Îzmîrê Îbrahîm Akin û  Burcugul Çubuk jî tevli bernameyê bûn.
 
Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Fulya Erdogan da zanîn ku ew bi hêviya aştiyê hatine gel hev û j ibo ev hêvê bê mezinkirin wê têbikoşin. Her wiha Fulya Erdogan daxuyakirin bila cejn bibe wesîleya aştiyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçuk Odabaş jî balkişand ser têkoşîna hepvar û cejna welatiyan pîroz kir.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî wiha got: “Bila cejn dibe hêviya aştiyê. Em bi hêviyên mezin xwedî li aştî û azadiyê derkevin. Ev pergala ku hebûna Kurd bi terorê re wekhev dibîne divê êdî biguhere. Em ji bo vê her sal bi hêviyên mezintir derdikevin vê rê.” Parlamenter Îbrahîm Akin jî daxuyakirin ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Berdana çekan nayê wateya teslimiyetê.Erka me ya ku em hebûna Kurd mezin bike heye. Çareseriya pirsgirêkan bi civakek rêxistinkirî pêkane.”
 
Bername bi gotinên welatiyan yên ji bo cejnê anîn ziman bidawî bû.
 
EDENE
 
Di pîrozbahiya cejnê de ku li avahiya Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya DEM Partiyê hate lidarxistin, rayedarên partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr û gel hatin cem hev. Di tevahiya pîrozbahiya rojê de li ser geşedanên heyî axaftin hatin kirin. 
 
Her wiha welatiyên ji bo malbatên girtî û hikumxwaran (AATÛHAY-DER) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edeneyê re serdanên betlaneyê li Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Hezkiriyên Xwe Winda Kirin (AKKAY-DER) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (AATÛHAY-DER) ziyaret kirin.
 
Rêvebirên DEM Partiyê li Mêrsîn, Osmaniye, Hatay û Antalyayê bi welatiyan re cejn pîroz kirin.

Sernavên din

16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî
13:59 Li Wanê ji bo protestoya qeyûm ceza
13:55 Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman
13:30 Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreyê kirin
13:21 Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye
13:20 DFG: Di meha Gulanê 78 rojnameger hatin darizandin
12:50 Serxwebûnê xatir xwest: Ji bo destpêkeke nû…
12:44 Di teqîna 5'ê Hezîranê de birayî wî hatibû qetilkirin: Divê dewlet lêborînê bixwaze
11:54 Tevahiya perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand
11:26 10' emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin: 8 xal hatin derxistin
11:18 Li Rihayê di du salan de li hemberî 6 hezar û 287 zarok û jinan 13 sûc hatin kirin
10:38 Girtiyê nexweş ê ku hat berdan Başaran: Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn
10:32 Piştî kongreyê yekem lêkolîn: Piştgiriya ji bo biryara PKK'ê ji sedî 71.5 e
10:19 Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan
09:53 Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e
09:39 Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger: Divê sosyalîst di pêvajoyê de perpirsiyariyê tevbigerin
09:22 Lêpirsîna ÎBB'ê: Şaredar jî di nav de 22 kes hatin girtin
09:07 Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye
09:06 Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
09:05 Halîde Turkoglû: Bila hemû jin di ronesansa Rojilata Navîn de cih bigrin
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
07:40 Li Helebê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
07:39 Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin
03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e